Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran, mijara herî girînge serdana Pompîo bo Îsra`îlê

13:11 - 14 Gulan 2020

Roja Çwarşemiyê 13 ê Gulanê Wezîrê derwe yê Amerîka Maîk Pompîo, serdana Îsra`îl kir û di gel Serokwezîrê wî welatî hevtîtin kir.

Media yan ragihandin ku bas kirin ji Îranê, pirsa herî girînge di navbera Netenyahu û pompîo de bûye û wezîrê derve yê Amerîka di vê hevtîtinê de ragihandiye ku, zêdebarî hebûna Korona yê, ku dûnya hemî mijûlî xweparastina ji vê Vîrûsê ye, rejîma Îranê berdewame li ser kiryarên xwe yên tevdaniyê û piştîwanî ji terorîzmê.

Serokwezîrê Îsra`îl jî ragihand : Rejîma Îranê tenê bo demekî kurt be jî, kiryarên xwe yên tunajovane û pîlanên xwe, bi dijî Amerîka û Îsra`îliyan, nerawestandine.

Netenhaho herwisa basê hêz û şiyana welatê xwe kir ku çavan di nava Sûriyê de derbên giran ji Sipaha terorîst a pasdaran dide.

Herdûk berpirsên Amerîka û Îsra`îl her weke hemî carê tekesî di ser vê yekê kirin ku dibe berahîka destêverdan û teror û tevdaniya rejîma Îranê di nava welatên deverêde bigirin.

Herdûk alî li ser vê bavirêne ku rejîma Îranê di gelek varande bê hêz û lawaz bûye û egera hindê heye di bin givaşan de , rêka teslîm bûnê bigre bera xwe.