Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran sindûqa Reş ya balafira Ukrayênê radest nake

11:35 - 20 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: Rejîma Îranê ku biryar dabû sindûqa reş(Balck Box)a balafira Ukrayênê radestî Feransê an Ukraynê bike, biryara xwe guheriyê û ragihand, me ti bernameyek bo radest kirina sindûqa Reş tunîne.

Pêka nûçeyên belavbûyî, berpirsê lêkolînan ya bûyrên saziya balafiran a rejîma Îranê, Hesen Rizayîfer, berê baskiribû ku sindûqa Reş a balafira 737 a rêka esmanî a Ûkraynê, dê radestî welatê Feransê an Ukraynê bikin, lê roja Yekşemî, 29`ê Befranbarê, wî berpirsê rejîmê got:”Qutiya Reş a Boîng a 737`a Ukraynê li destê Îranê deye û me ti bernameyek bo radest kirina wê tunînin”.

Herwisa navbirî got:”Em cehdê dikin ku belgeyên Qutiya Reş a balafira Ukraynê ku ketiye xwarê, vekin û pilana me a Duyê radestkirina Qutiya Reş bo Ukrayn û Feransê ye,lê heya niha me ti biryarek li ser şandina wê tunîne”.

Rizayî fer, pêştir bas kiribû ku, me teknolojiya hewce, bo ( Download) kirin û vekirin û xwendina belge û zaniyarî ên hundirê Qutiya Reş, tunîne û destêwerdan bi Qutiya Reş renge zirarê bigehîne Qutiya Reş.

Welatê Kanada û hindek ji welatên girêdayê wê bûyerê, bi caran ji rejîma Îranê xwestine ku Qutiya Reş radestî welatekê bike ku teknolojiya hewce bo dabezandin û xwendina datayên hundirê wê Qutiye de heben, lê Îranê heya niha ev daxwaz nepejirandiye.