
Perpirsên tendurîstî yên Îranê îdia dikin ku dikarin vaksena Anfolanzayê berhem bînin, lê “Damezraweya Pastor” wê îdiaya berpirsên rejîmê red dike û ragihandiye ku Îran emraz û zanista hewce bona berhemanîna vaksena Anfolanzayê nînin.
Bisporekî berhemhênerê dermanan li “Damezraweya Pastor” ku tomar û kontrola tev dermansazî di Îranê de dike ragihand: “Pîşeya berhemanîna vîrûsan, hewceyî bi core emrazên taybet heye ku di Îranê de tinîne, ji ber vê yekê ku teknîk û zanista hewce bona berhemanîn vaksenan di Îranê de tinîne, teknîka berhemanîna vaksenên wekî Anfolanzayê, “Hay Tek”, an ku teknik û zanista bilind hewce ye û bi dermanên biyolojîk têne hesibandin ku me di Îranê de ew emrazên hewce tinînin.
Wî Dermansazê Bispor derheq gotina berpirsên tenduristiya Îranê ku bas ji berhemanîna 10 milyon vaksenên Anfoanzayê kiribûn, ragihand: “Berhemanîna vaksen di Îranê de çewtekarî ye û rohn nîne ku dixwazin çi tiştekî bi destê xelkê bidin”.
Pizîşkên Îranê di ragihandinên fermî de ragihandine ku, bo tev kesên ku temenê wan ji 65 salan zêdetir e û herwisa bo tûşbûyên diyabêt, nexweşiyên dil û henasê, hewceye vaksena Anfolanzayê bikar bînin.