
Kurdistanmedia: Dîsan rejîma Îranê destavête bi dizîna perê xelkê û bi wê pereyê, welatên din avedan dike, vê carê jî rejîmê daye zanîn ku, dê di Sûriyê de nêzî 30 hezar xaniyan çê bike.
Pêka nûçeyên navxweyî yên belavbûyî, Serokê Odeya Bazirganî, Xulamhusên Şafi`î gotiye, em çavnihêrî aramiya Sûriyê ne ku, em bikarin bi giştî avedan bikin.
Herwisa navbirî daye zanîn ku, Îranê sê sal beriya niha jî, di avedankirina Sûriyê de rol hebûye.
Navbirî di berdewamiya axavtinê xwe de got, kompaniyayên me dê biçine Sûriyê, da ku 30 hezar xaniyan di wî welatî de avedan dikin.
Axavtinên wî karbidestê rejîmê di demekê de ye ku, hevwelatiyên Îranê, bi sedema tinebûna kar, bêhêvîbûn li jiyanê û…hwd, welat bi cih dihêlin û bo derxistina pariyekê nan derbasî welatên cîran dibin.
Lê rejîm bi cihê ku welat avedan bike, û di fikra hevwelatiyên xwe de be, tenê li fikra veguhastina perê xelkê bo derweyê welat e.