
Kurdistanmedia: Di serdana Hesen Rohanî serkomarê rêjîma komara Îslamî bo welatê Îraqê, herdu aliyan pêwendiyên xwe li ser bingeha rêkevtinnameya El-cezayre berdewamkirin, û wiha rêkketin ku niha şûnda esasa alîkariyên wan pêbendbûn bi naverok û bendên rêkevtina herdu welatan, li gorî peymanameya El-cezayre be.
Hesen Rohanî û Berhemsailh, di daxuyaniyekê de ragehandin ku, li gorî vê rêkevtinê herdu alî dibe niyetpakiya xwe nîşanbidin û pêka xalên peymanameya El-Cezîre, dibe bi hûrî cîbicî bikin.
Bêguman du alî li ser pêbendbûn û cîbicîkirina peymannameya El-Cezîre, pêdagîrî kirine ku, nîşan bidin, berjewendiyên du aliyan hene û herwisa eva ku girînge xalên ewlehî, parastina sînoran û herwisa piştgîrî nekirina li partiyên opozisyon yên du aliyan ne.
Herwiha zelal dibe ku wan du welatan qet gorî hewce alîkariya hevdu nekirine û ji hev razî nînin.
Hewceye bêjin ku herdu alî berdewam yektir li ser kêşe û netebahiyên ku di navbera wan hatine pêş, yektir tawanbar kirine.
Hewceyî bîranînêye ku peymanmeya El-cezayre, di 6`ê Adara 1975`an, di navbera Îran û Îraqê de hatibû vajokirin ku, zêde li warê alîkariya ewlehî û parastina sînoran û alikarî nekirina wan ji hêzên neyarên aliyên beramber bû.
Ew peymanameya han di navbera Şahê Îran û Sedam Husên de, ji aliyê Îraqê we hatibû vajokirin.
Di sala 1979`an û piştî hatina serkar a rêjîma Xomêyînî, Sedam Husêyn ew peymanname pareçe parçe kir û pûç ragehand.
Mixabin wê demê her ew peymana qirêj bû ku, bû sebeb şoreşa Kurd têk biçe.
Niha jî, ku rêjîma Îranê ketiye bin givaşan û herfandina vê nêzîk bûye, wisa xuyaye ku hemî cehda Hesen Rohanî hilopepkanêya wan xilaskirina ber mirinêye, û wisa hesab dike ku bi cîbicîkirina peymana El-cezayre dê bikarê êşên xwe derman bike.