Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran û Koreya Bakur di listê reş yên FATF de man

17:53 - 24 Çirriya pêşîn 2020

Girûpa Taybet a Karên malî “FATF” ragihand: “Komara Îslamî ya Îranê û Koreya Bakur di lîstê reş yên “FATF”ê de man”, herwisa  endamekî “Kora Diyarêkirina Berjewendiyên Nizam”ê daye zanîn ku: “Man li listê reş yê “FATF”ê, dorlêdana dorpêçan zehmetir dike”.

Roja Şemî, 24ê Çirriya Pêşîn, ji aliyê “FATF” ve hate ragihandin ku rejîma Îranê û Koreya Bakur di lîstê reş de man û Serokê “FATF”ê, “Markus Player”, li ser wê mijarê got: “Di rewşa wan 2 welatan (Îran û Koreya Bakur) de ti guherînek tinebûye û di encam de dê li rewşa bertekên bertengtir de bimînin.

Herwisa navbirî tekezî kir ku ew 2 welat “Îran û Koreya Bakur” li dorlêdana dorpêçan bi zîrekî kar dikin, lewma welatên din dibe di karûbarên bankî û malî de digel wan hişyartir bin.

Ji 4 reşnivîsên girêdayê “Girûpa Taybet a Karên Malî”, 2 reşnivîs di heyamên berê de ji aliyê kabîneya rejîmê û herwisa meclisa rejîma Îranê ve hatibûne erêkirin, lê 2 reşnivîsên tevlîbûna rejîma Îranê bi Konvansiyona “Rawestan di Hember Tawanên Rêkxistinkirî yên Navnetewî” an kk Konvansiyona “Palêrmo” û herwisa konvansiyona “Rawestan di Hember Dabînkirina Malî ya Terorîzm”ê an ku konvansiyona “CFT” heta bi dawîhatina derfeta rejîma Îranê bona erêkirina wan 2 konvansiyonan, nehatine erêkirin.

Endamê “Kora Diyarêkirina Berjewendiyên Nizam”ê “Xulamriza Misbahî Muqedem” daye xuya, ku erêkirina wan 2 konvansiyonan bi wateya qutbûna tev rêyên dorlêdana dorpêçan e.

Hin ji berpirsên din yên rejîma Îranê wekî “Mihemed Cewad Zerîf” bilindbûna nirxan û daketina nirxê perê Îranê di hember Dolar de di encama tevlînebûna rejîmê bi wan konvansionan re didin xuya.