
Kurdistanmedia: berpirsê giştî ê Polîsê Tirkiyê serdana bajarê Tehranê kir, û bi merema alîkariya ewlehiya sînorên di navbera Îran û Turkiyê de.
Jenêral Celal Ûzunkaya Berpirsê giştî ê ewlehiya Tirkiyê û Husên Eşterî, fermandê hêzên Întizamî, çend belgên alîkariya li warê ewlehiya sînoran di gel hev wajo kirin.
Ûzunkaya tevî hey`etekê pêkhatî ji kesên leşkerî û asayêşî û Polîs, serdana Tehranê kir da ku di derbarê pirsên ewlehiyê û parastina sînoran di gel hev alîkariyan bikin.
Husên Eşterî fermandê hêzên Întizamî a Rêjîma Îranê piştî wajokirina rêkevtina di navbera xwe û Ûzunkaya de got: Ew Hey`ete ji aliyê Polîsê Îranê ve hatibû gazîkirin û me mêvandarî kir û em li ser çendîn pirsan di gel hev rêkevtin û yên wekî, ewlehiya sînoran, desteserkirin û teslîm kirina kesên soçdar.
Yek ji armancê sereke wê civînê, pirsa kurd û çawahiya hember bûn li gel hêzên xebatkar ê Kurd ên dijberî wan dû Hikûmetane ye.
Pastarê Terorîst Husên Eşterî ev yeka jî neveşart û got: Berengar bûna tev hatûçûna hêzên dijber mijara sereke ya wê civînê bû.
Ew civîna ewlehî di navbera Tirkiyê û Îranê di demekê de ye ku, Rejîma Îranê hem di navxweyî welat û hem li derveyî welat li jêr gîvaşekî zaf daye û amadekariya pitir dike daku belkî bikare xwe ji sernixûniyê biparêz e.
Bi dirêjiya Sed salan, ku dewletên dagîrker ên Îran û Tirkiye dehan arîşe û netebayî di navbera hevdu de hebûne, lê hertim li ser pirsa Kurdan û dijayetîkirin di gel doza reva a gelê Kurd, yek deng û yek helwêst û yek pîlan bûne, lê bi hemû cehdên xwe nekarîne bigihîne armancên xwe yên qirêj.