Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran û Turkiye berhemên kevnar yên Sûriye talan dikin

11:52 - 12 Kanûna Paşîn 2022

Girûpên çekdar yên girêdayî Îran û Turkiye, bona dabîn kirinia mesrefên şerê xwe li Sûriye de, berhemên kevnar yên wî welatî talan dikin.

Pêka rapora rêkxirava“Çavdêriya Mafê Mirovan li Sûriye” li parêzgeha Dêrezora Sûriye, milîşên Îranê, piraniya cihên kevnar yên serdemên “Aramî, Rom û Îslamê” yên Sûriye, bona dabînkirina mesrefên bilind yên şerê xwe, ev şonvarên dîrokî  tev talan kirin e.

Herwisa vê navendê, ev yek jî daye eşkekre kirin ku, berhemên kevnar yên weke, “Têl El-Mirabît, li Biqirisê û Tile El-Eşare li Ebo-Kemal, Têl Qele`ya El- Rihibe li nîzîk El-Meyadîn û herwisa bazara El- Muqibî li bajarê Dêrezorê” û piraniya berhemên din yên kevnar, ji aliyê milîşên Îranê ve hatine talan kirin û di bazarên Turkiye de hatin firotin.

Herwisa rêkxirava Çavdêriya Mafê Mirovan ya li Sûriye, di doma rapora xwe de belav kiriye, çekdarên girûpên girêdayî Turkiye yên weke,  Sultan Sulêman paşa “El-E`imşat” jî, “girê Erende” ya li herêma “El-Şêz Hedîd” ya li derdora bajarê Efrînê û herwisa cihên din yên kevnar li herêma Têl Ebîz ya li bakûrê Sûriye, bi armanca peyda kirina berhemên kevnar serobin kirine.

Rejîma Sûriye, Turkiye bi qaçaxkirina berhemên kevnar yên wî welatî tawanbar kiriye û ji sazî û navendên navneteweyî daxwazkiriye da ku, bi destdirêjiyên ne adilane yên Turkiye yên derheq talankirina berhemên kevnar li bakûrê Sûriye dawiyê pê bînin.