Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran/ 600 hezar kes ji xwendinê bi cî man e

21:31 - 12 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Li gor nûtirîn serhejmariyên wezareta Perwerde û Hinkirinê ya rejîma Îslamî a Îranê, herî kêm 600 hezar kes di vî welatî de ji xwendinê bi cî man e.
Nûçegihaniya Îsna li devê cêgirê wezîrê Perwerde û Hînkirinê yê rejîma Îranê bilav kiriye, pitir ji 600 hezar kes bi sedema astengiyên malî û nebûna îmkanatên perwerdê ji xwendinê bi cî man e.

Li gor wan amarane ku li ber dest e, parêzgehên (Urmiyê, Kirmanşanê, Sine û Îlamê) bi berhevdan ligel parêzgehên din yên Îranê zaftirîn rêjeya bi cî man ji xwendinê heye, ku ewa raste rast bo nebûna îmkanatên perwerdeyî û hejariya xelkê digrînin.

Salane pitir ji sedan xwendewarên Kurd li gundan bi sedema nebûna xwendingeh dest ji xwendinê dikêşînin û ew pirsgirike ji aliyê berpirsên rejîma Îslamî a Îranê ve tu girîngiyek nah dan.

Nexwendina zarokan dibe sedema jihelçûna rêjeya zarokên kar û ewa jî hejmarek pêşhatên nerînî dûrde dibe. Karzanên siyasî li ser wê bawerêne ku piroseya nexwendewarî kirina xilkê ji aliyê rejîma Îranê we bi awayekî bername darêtî kar li ser tê kirin.

Li gor raportên ku hatine bilav kirin rêjeya zarokên kar rû ji zêdebûnê ye û belediyên bajaran bilav kirin ku rêjeya zarokên kar ji seda 15 zêde kiriye.