Nirxa cil û bergan di Îranê de ber bi bilindbûnê ve diçe û xelkê şiyana kirîna cil û bergan nîne.
Bi sedema bilindbûna nirxa cil û berg û daketina asta havirdekirina wan bo Îranê, û herwisa dabezîna asta şiyana kirîna xelkê, di seranserê Îranê de nirxa cil û bergan 40 heta %60 bilind bûye.
Pêka nûçeyên navxweyî yên hatinî belavkirin, bi sedam daketa asta bazara cil û bergan, piraniya dukanên cil û bergan hatine daxistin.
Hemû salekê li nêzîkbûna sala nû di Îranê de, nirxa kelûpelên wek cil û berg û kakil û mêwîj çend qatan bilind dibîn û xelkê qatên hejar şiyana kirîna wan kelûpelan nîne.