Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran/ Pitir ji 330 kes di mehekê de bi xwekujî, dawî bi jiyana xwe anîne

16:43 - 13 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Li gor serhejmariya ku hatiye tomar kirin, rojane 11 hemwelatî di Îranê de bi xwekujî dawî bi jiyana xwe tînin.

Nûçegihaniya ISNA ragihand, di destpêka 9 mehên yekema sala 1392’an a Rojî ve, rojane 11 kesan dest bi xwekujiyê daye.

Navenda pizişkî a yasayî nûça kuştina 3 hezar û 125 kes di 9 mehên yekema sala 1392’an a Rojî de seba xwekujiyê di Îranê de bilav kiriye ku 982 kes ji wan jin in û 2143 kes jî mêr in ku bi xwekujî dawî bi jiyana xwe anîne.

Li gor wê raportê, rêjeya xwekujî di 9 heyvên yekema sala 1392’an a Rojî de berhevdan tevî sala derbasbûyî (di 9 mehên yekema sala 13921’an a Rojî de) 385 kuştî seba xwekujiyê zêde kiriye ku %14,05 zêde bûye.

Li gor nûtirîn amaran, di parêzgehên Kurdistna Rojhelatê de 11 hemwelatî ku heyamê 33 rojên derbasbûyî de, dest bi xwekujiyê dane ku 10 ji wan xwekujane, canê xwe ji dest dane.