Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îranê bilintirîn tehlûkeya şikana siyasî û civakî di cîhanê de heye

11:17 - 3 Çirriya pêşîn 2020

Kompaniya cîhanî ya “Coface” a Ferensê daye zanîn ku nîşandeka rîsk di Îranê de ji aliyên siyasî û civakî ve di asta herî bilind di cîhanê de ye û rengehiya metirsiyan û serhildanên civakî di asta herî bilind di Îranê de heye.

Kompaniya “Kofas” a Feransê ku yek ji mezintirîn kompaniyên cîhanê di bîme û pêşbîniya “rîsk” di cîhanê de ye, di nûtirîn rapora xwe de daye zanîn, ku nîşandeka rîsk di Îranê de ji aliyê şikana siyasî û civakî ve heye û herwisa daye xuya ku rengehiya metirsî û serhildanên civakî li asta herî bilind di cîhanê de heye.

“Coface”ê daye zanîn, ku nişandekên wê sikanê ji aliyê aboriya Îranê ve bi rohnî tê dîtin, wekî mînak berdewamiya daketina nirxa pereyê Îranê, yek ji guherbariyane ku rewşa aloz a aboriya Îranê dide xuya.

Aborînasê Îranî yê rûniştiyê welatê Feransê, “Fireydûn Xavend” li ser wê mijarê daye xuya, ku guherbariyên aborî ji dema deshilata rejîma Îranê ve dest pêkiriye û dê berdewam be û niha nevinciya nirxa enfilasiyon li 40 salan di Îranê de %20 e ku di cîhanê de ew nirx bi tenê %3 bûye, zêdetirbûna %17 a enfilasiyona îranê di hember cîhanê de, her sal bi wê qasa %17 ji nirxa pereyê Îranê di hember pereyên cîhanê de kêm dike.

Hekî niha lezgîniya krîza aborî di Îranê de tê dîtin, dibe çavkaniyên wan krîzan li siyaseta rejîma Îranê di wan 41 salan de bêne lêkolîn kirin.