Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îranê bo dabînkirina genim û rûn hewcehî bi milyardek û 200 milyon Dolarî heye

13:13 - 14 Tebax 2021

Birêveberê Ofîsa Xizmetkariyên Wezareta Werzêriyê, “Hesen Ebbasî Meirûfan” daye zanîn, ku bo kirîna hewcehiyên wekî genin û rûn hewcehî bi 1 milyard û 200 milyon Dolarê heye.

Birêveberê Ofîsa Xizmetkariyên Wezareta Werzêriyê, “Hesen Ebbasî Meirûfan” daye zanîn: “Me bo dabînkirina hewcehiyên bingehîn ên wekî genim û rûn hewcehî bi 1 milyard û 200 milyon Dolar heye û û bo dabînkirina debara ajelan jî hewcehî bi milyardek û 500 milyon dolar heye û em çavnihêrê Banka Navendî ne ku wê bûdceyê bo me dabîn bike.

Wî berpirsê rejîmê daye zanîn, ku bo kirîna 9 milyon û 500 hezar ton genime şamî, 4 milyon û 400 hezar ton ceh û 2 milyon ton debarên dinê wekî tilîfa soya û tilîfên dinê, hewcehî bi milyardek û 500 hezar Dolarî heye ku bikarin hewcehiyê ajeldar û mirîşdaran bo çend mehên bê, dabîn bikin.

Rejîma Îranê bûdceya hewce bo kirina hewcehiyên bingehîn û debara ajelan dabîn nake an bi kêmî dabîn dike.