Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îranê Gef xwariye ku dê dawî bi lihevhatina digel Ajansa navikî bîne

16:59 - 27 Şibat 2021

Nûçegihaniya “Reuters”ê daye zanîn ku, hin belge berdest hene ku, Îranê gefxwariye ku hekî Şêwra Hukam a Ajansa Navnetewî a Vizeya Navikî reşnûsa pêşniyarkirî ya Amerîka erê bike, Îran dê hevkariya xwe ya wê dawiyê digel Ajansa Navikî hilweşîne.

Roja Înê 26ê Şibatê, Nûçegihaniya “Reuters”ê di raporekê de daye zanîn ku rejîma Îranê di wê nameyê de ku bo endamên Şêwraya Hukam re şandiye, ragihandiye ku wê kiryarê bi xirab dibîne û wê wekî dawî pêhatina lihevhatin digel Ajansa Navikî û Îranê de, berçav digre”.

Herwisa rejîma Îranê nivîsandiye ku, ew kiryar dikere bibe sedema aloziyên nû li derheq Bercamê.

Pêka zaniyarên nûçegihaniya “Reuters”ê, hêj zelal nîne kanê Şêwraya Hukam dê pêşniyara Amerîkayê erê bike, yan na.

Qirare ku civîna Şêwraya Hukam di heftiya bê de, bi rê ve biçe û li ser raporên lêkolerên Ajansa Navnetewî a Vizeya Navikî lêkolînan bike, ew rapor li derheq zêdebûna berhemanîna şevata navikî û peydabûna Uraniyomê li binkeyên neragihandî yên Îranê ne.