Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îranê Oraniyoma hewce bo çêkirina 2 bombên navikî heye

14:05 - 14 Tebax 2020

 Ajansa Navnetewî ya Wize a Navikî di rapora xwe ya nû de, ragihand ku Îran Oraniyoma hewce bo çêkirina 2 bombên navikî heye.

Roja Înê, 13ê Tebaxê, Ajansa Navnetewî ya Wize a Navikî, (IAEA), di rapora xwe ya nû de, li derheq rejîma Îranê ragihandiye ku, rejîma Îranê bi sedema danana alavên Santrîfiyûjên nû li vizegeha netenzê de,  kariye Oraniyom a hewce bo çêkirina 2 bombên navikî, berhem bîne û herwisa ragihandiye ku rejîmê 492 alavên Santrîfîyûjên nû, di bînaya nû ya vizegeha navikî ya “Netenz”ê de bikar xistine.

Cihgîrkirina santrîfîyûjên nû di vizegeha “Netenz”ê de, binpêkirina girêbesta sala 2015an e û dide xuya ku teqîna wê vizegehê di meha derbasbûyî de, pêşî ji berdewamiya meyandina Oraniyomê, di wê vizegehê de negirtiye.

Ji wî heyamê ku Amerîka ji “Bercam”ê derkevtiye heya niha, qasa Oraniyom a rejîma Îranê bi qasî 5 qatan zêde bûye.

Rejîma Îranê, hemû cehdên xwe bona veşartina bernameya bi destveanîna bomba navikî bikar tîne, lê piraniya welatên cîhanê agehdarê pîlanên rejîma Îranê ne.