Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îranê pileya 5.mîn ya înflasyona aborî di cîhanê de heye

13:53 - 2 Hezîran 2019

Kurdistanmedia:  Welatê Îranê pileya 5.mîn ya înflasyona aborî li cîhanê heye û berprisên rejîma Îranê, xeynî vê ku tu hewlekê bo çareserkirina  pirsgirêkên wiha nadin, lê, haşayê jî jê dikin.

Li gorî amarên ku ji aliyê saziyên navneteweyî ve hatine belavkirin, welatê Îranê, bi sebebên siyasetên qirêj yên rejîma desthilatdar û baykutên li dijî rejîmê û encama bilindbûna nirxan di nav bazarên welat de, înflasyona aboriya Îranê, di nav rêzbenda 186`an cîhanê, pileya 5.mîn de cih girtiye.

Beripirsên rejîmê xeynî vê ku tu pêngavekê  bo çareserkirina rewşa paremay ya aborî û çareseriya înflasyonê di Îranê de hilnagirin, belkû gellek caran jî haşayê li vê rewşê dikin.

Li gorî amarên hatinî belavkirin, di nav 186 welatên cîhanê de, welatê “Venezola di pileya yekem deye û welatên wekî, Zîmbawe %64.8 ji, Koreya Bakûr, %55 ji, Arjantîn %54.7 ji,  û Îran %51.4 ji pileyên duyem heya Pêncemîn de cih girtine, û herwisa welatên wekî Ordon bi %0  Qatar%-13 ji, Lîbî % -16 ji, Erebistana Si`ûdî -%2.5 ji,  di dawiya vê amarê de, îşare bi van welatan tê kirin ku înflasyona aboriya van tunîne.
Her di vê pêwendiyê de, di heyamên derbazbûyî de, sandiqa navdewletî ya pere, di raporteke xwe de ragihandibû ku: Vegeşiyana aboriya welatê Îranê, di %-6 ji xwarêye û nirxa înflasyona %37 ji hatiye xemilandin.
Her di vê derheqê de, Cehad Azver birêveberê beşa Rojhilata Navîn û Asiya Navîn û Asiya Navendî a sandiqa navneteweyî ya pere, sedemên wekî baykutên Amerîkayê, yên lidjî rejîma Îranê dane zanîn.
Lê berprisên rejîmê haşayê li înflasyon û bilindbnûa nirxên tiştan di nav bazaran de dikin, û her di vê derheqê de, berê jî, Elî Parsa di nîqaşkirinekê de ragihand ku: Ev amarên ku derheq înflasyonê belav dibin, direvin û dor ji rastiyan in, û înflasyon bi wateya bilindbûna nirxan nine.