Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îranê pileya yekem di koçkirina elîtan bo welatên derve de heye

12:02 - 3 Îlon 2021

Rejîma Îslamî bûye sedema vê yekê ku welatê Îranê pileya yekem di warê koçkirina kesên zana û jêhatî bo welatên derve di nava 91 welatên pêşketî de bo xwe tomar bike.

“Sindoqa Navdewletiya Drav” di raporek xwe de bas ji krîza koçkirina elît û kesên zana di îranê de kiriye û belav kiriye ku bi sedema koçkirina 180 hezar kes ji elîtên Îranê, wî welatî kariye di nava 91 welatên pêşketî de pileya yekem tomar bike.

Di vê derheqê de rojnameya “Cehan Sen`et” amarek belav kir û pêka wê amarê niha di Îranê de tenê 108 hezar pizîşkên çalak hene û zêdetir ji 250 hezar endaziya û pizîşk di derveyî welat de ne û 170 hezar kes jî bona dirêjedan bi xwandina xwe di welatên Ewropî de dijîn.

Herwisa wê rojnameyê di berdewamiyê de bas ji tendirustiya cîhanî kir û got ku welatê Îranê di warê pizîşkî de li deverê, piştî welatên “Sûriye û Qirqîzistanê” di pileya 20`em de ye ku eva jî cihê nîgeraniyê ye.

Ew krîza koçkirina elîtan di Îranê de bi sedema hebûna sîstem û birêveberiya nekarame ye ku çavkaniya wê rejîma Îranê ye û jidestdana wan hêz û kesane di siberojê de, civakê ber bi arîşe û pirisgirêkên mezin ve dibe.