Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îranê ti yêk ji xalên biryara Ajansa navnetewiye enerjiya navokî berçav negirtine

13:38 - 6 Hezîran 2020

Pêka rapora nû a “Ajansa navnetewiya enerjiya etomî” di derheq bernama navokî a rejîma Îranê, paşkavta Oraniyoma ku îranê bi dest xistiye û meyandiye, 8 caran hindê zêdetire ku soz dabû Ajansê.

Di lihevkirina sala 2015 ê de, tenê îzn bi Îranê hatibû danê ku bi avayê sinûrdar Oraniyomê bimeyîne, lê di rapora nû ya Ajansê de hatiye ku Îrane 8 beramber Oraniyom meyandiye.

Herwisa di rapora nû a “Ajansa navnetewî a enerjiya etomî” de ku roja 5 ê Hezîranê hatiye weşandin, rejîma Îranê hatiye sûçdar kirin ku alîkariya ajansê nekiriye û îzna tevtêş û serdana ji binkên Navokiye xwe nedayê bazresên navnetewî.

Ajansa navnetewî herwisa nîgeraniya xwe ji weşartî mana bernama Navokiye Îranê da xûya kirin.

Herwisa Ajansê di rapora xwe de ragihandiye ku rejîma Îranê di çendîn cihan de bi awayekî dizîve çalakiya Navokî encam dide û di binke û Saytên cihê gumanê de,  renge mijûlê çêkirin û bidest xistina çeka Navokî de be.

Ajansa navnetewiye  enerjiya  navokî di vê raporê de ragihandiye ku Îranê ti cure alîkariye nekiriye û bernama etomiye xwe herwisa bi dizîve dibe pêş û rengê hindê dide mijûlê çêkirina Bomba etomî de ye.