Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îranê/ Gaz girtin di 11 heyvan de canê 717 kesan girt

14:06 - 15 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Di heyamê 11 mehên sala 1392’an a Rojî de, seba gaza “Mono Oksîdî Karbon” 717 kesan di Îranê de can xwe ji dest daye.
Saziya pizişkî ya yasayî a Îranê bilav kir, di wan 717 kesane de ku seba gaz girtinê jiyana xwe ji dest dane183 kes di 6 mehên yekema sala 1392’an de qewimiye û li 6 heyvên duyema sala 1392’an a Rojî de 534 kes bi gaza “Mono Oksîdî Karbon” xendiqîn e.

Di vê rêjê de 517 kes mêr û 200 kes jî jin bûne ku bi berhevdan tevî sala derbasbûyî (449 mêr û 189 jin) %12,4 zêde bûye.