Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îranxodro jî ber bi daxistinê ve diçe

16:32 - 22 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Girûpa pîşeyî ya Îranxodro û hemî şirketên girêdayî bi vê, heta Duşemiya dahatî hatne daxistin, eva jî di demekê da ye ku pêştir xêncî karê fermî, zêdekar jî hebû, û rojên Înê jî karê wê şirketê nedirawestiya.

Pişka girêdayî bi Îranxodro, ya yekîneya Pêjo 206 eva çend meh e ku rojê sê rojan kar dike, û heta niha mînaka tiştekî hankî çênebûye.

Sedema sereke ya vê ber bi daxistinê jî, dizivire bo ser qetên tirombêlên şirketa Îranxodro.

Bi sedema dorpêçên Amerîka bo ser Îranê, Îranxodro jî yek ji wan şirketên mezine berhemanînê ye ku pirsgirêkên mezin bo hatine pêş, niha ku heftiyê sê rojan karê xwe radiwestîne, wisa tê texmînkirin ku piştî heyameke din, karê wê bi tevahî rawest.

Ber bi daxistinê ve çûna Îranxodro û şirket û girûpên girêdayî bi wê ve, dikare dehan hezar kirêkaran li gel bêkariyê rûbirû bike.