
Dewleta Îraqê deyindarê rejîma Îranê ye û bona dana beşek ji deyinê xwe bi rejîma Îranê re “ceh” dîşîne û bi wî awayî beşek ji deyinê rejîma Îranê yên li Îraqê tê dan.
Roja Sêşemî 22ê Kanûna Pêşîn, Berdevkê Wezareta Werzêriya Îraqê, “Hemîd El-Nayîf” ragihand, ku beşek ji deyinê xwe bi rejîma Îranê re, bi awayê şandina 700 hezar ton ceh bi nirxa her ton 125 Dolar bo rejîma Îranê tê şandinê û Wezareta Werzêriyê piştevanî ji Wezareta Darayiya Îraqê dike ku di hember de ew jî heqdestên werzêran bide.
Rejîma Îranê bi sedema dorpêçên aborî nikare deyinê xwe bi awayê pere ji dewleta Îraqê bistîne û pere bo rejîma Îranê bi ti awayekî nayê veguhastin, lewma dewleta Îraqê bi neçarî bi cihê pere, “ceh” di hember deyinê xwe de bi rejîma Îranê re dişîne ku nirxa wî cehî bi qasî 87 milyon û 500 hezar Dolar e.
Serokê Giştî yê “Dexlûdan û Berhemên Bingehîn” yê Wezareta “Cehada Kişawerzî” yê Îranê, “Ezîz Kerîmî” di demsala Bihara îsal de ragihandibû ku 3 milyon û 800 hezar ton ceh di Îranê de dê bê berhemanîn.
Renge şandina ceh bo Îranê ti karlêkeriyek li ser nixa ceh li Îranê bo bikarhêneran tinebe.