
Di piraniya Bajarên başûr û naverasta Îraqê de xwenîşandan û aloziyên mezin hene.
Di 24 demjimêrên derbasbûyî de, aliyê kêm 12 kes ji xwenîşanderan ji aliyê çekdarên girêdayê Îranê ve hatine kuştin û sedan kes jî birîndar bûne.
Piştî xwenîşandana alîgirên Muqteda Sedir li dijî Amerîka li bexdayê, xwenîşander û xelkê Îraqê bi giştî hatine ser vê bawerê ku, xwenîşandan li ser daxwaza Sedir li dijî mana Amerîka di Îraqê de, tenê leyizek bû ye, bona betalkirin û jev belavkirina xwenîşandana xelkê Îraqê ku eve 3 mehe bona bidestxistina daxwazên xwe li ser şeqaman in û heta niha pitir ji 600 kes ji xwenîşanderan hatine kuştin.
Sedir ragihand, ku niha pêde çi peywendiyekî wî bi xwenîşandan re nîne û piştîvaniyê jê nake.
Sedir gotibû, hekî ew piştîvaniyê ji xwenîşanderan neke, her kes dê biçe mala xwe û renge sed kes li ser kolanan nemînin.
Lewma li hemû bajarên başûrê Îraqê, girseyên mezin rijiyane ser kolanan û xelk diruşman li dijî Sedir jî dan ku îxanet bi xwenîşanderan kiriye.
Li Bexda, Kerbela, Necef, Nasiriye, Besre, Babil, Dîwaniye, Zîqar, Mîsaqiye, û gelek cihên dinê xwenîşandanên milyonî çêbûn û hemû cihan jî tûndûtîjî û alozî hatine pêş ku pêka nûçeyan roja derbasbûyî 12 kes hatine kuştin û sedan kesên din kî birîndar bûne.
Fermandê Artêşê, li Bajarê Besrê ev yeke piştrast kir û ragihand: “Ku hêzên Îraqê teqê ji xwenîşanderan nakin, belkî eve milîsên heşda Şe`ebî û kirêgirtiyên rejîma Îranê ne ku singê lawên Îraqê didne ber gullan û dikujin.