Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îraq dixwaze şikayet li rejîma Îranê bike

12:01 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2021

Rejîma Îranê ava çendîn çemên wekî Sîrwan û Karûn li ser Îraqê qut kiriye û berpirsên Îraqî haydarî dane ku hekî rejîma Îranê ava para Îraqê bernede, dê li Saziya navnetewî de şikayetê ji Îranê bikin.

Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Îraqê, “Mehdî Reşîd El-Hemdanî” tekezî kiriye ku hekî Îran pêdegiriyê li ser qutkirina tevahiya çavkaniyên ava parêzgeha “Diyale”yê bike ew bona bidestveanîna mafê xwe, dê li UNESCO, Saziya Welatên Yekgirtî û Saziya Navnetewî ya Mafê Mirov, şikayetê ji Îranê bikin.

Rejîma Îranê bi qutkirina ava çemên “Sîrwan, Karûn , Kerxe ‘ Elwend” li ser Îraqê de bûye sedema xisarên giran bi xelkê wî welatî.

Wezîrê Çavkaniyên Ava Îraqê tevî rexnegirtin ji rejîma Îranê ragihand: “Aliyê Îranê digel civîna ku biryar bu di meha “Hezîranê” ê de bê encam dan dijatî kir û soz dabû ku piştî hilbijartinên Îranê dê ew civîn bi rê ve here, lê heta niha ew soza Îranê nehatiye cibecîkirin.

Rejîma Îranê ne tenê nekariye ava hewce bo xelkê xwe dabîn bike, belkî bo welatên cînar jî pirsgirêk afirandiye.