Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îraq li dana perê bilukekiriyê Îranê xwe diparêze

19:25 - 4 Nîsan 2021

Yek ji endamên heyeta birêveberiya odeya bazirganiya Îran û Îraqê gotiye ku welatê Îraqê her car bi hecetên cuda, wekî hebûna durpêçan li ser bankên Îranê cehdê dike ku li daneva perê biluke kirî yê Îranê di wî welatî de xwe biparêze.

“Hemîd Husêynî” Endamê heyeta birêveberiya odeya bazirganiya Îran û Îraqê di ciwînekê de digel yek ji rageyandinên rejîma Îranê gotiye: “ dema ku Amerîka  lêxweşbûnê dide welatekê îdî ti berbestek bo dana perê wî welatî namîne û digel dana lêxweşebûnê dibe rêkarên dana pere bigire bera xwe û ew pere bê danê.

Herwisa navbirî gotiye ku li ber ewê ku ewan perê beriqê bi Dînar bû, karîne baştir werbigrin, lê hêj bo perê Gazê ti karek nehatiye kirin.

Bi sedema durpêçên Amerîkabo ser rejîma Îranê, wê rejîmê heyameke ku nekariye perê Berq û Gazê ji Îraqê werbigre.