
Kurdistanmedia: Nûnerekî parlemana Îraqê: Fermandeyê Sipaha terorîste Qudis li kuştina xwenîşanderên Îraqê de bi berpirsiyar dizane.
“ Ehmed El Cebûrî”, nûnerê parlemana Îraqê, roja Şemmiyê, gotiye ku “ Qasim Silêmanî”, fermandeyê Sipaha terorîste Qudis a rêjîma Îranê, bi alikariya kesekê bi navê “ Hac Hamid”, di bajarê “ Bexda”yê de, oda operasiyonê bo teror kirina çalakvan û rêberên tewgerê ava kiriye.
Her wisa navbirî gotiye: gurûpek ji nîşançiyan bi berpirsatiya kesek bi navê “ Hac Hamid”, pîlan darêtine bo kuştin û tepeseriya xwenîşander û neraziyan.
“ El Cebûrî” her wisa gotiye ku bi sedema tepeser kirina xwenîşanderan û bi kar anîna nîşançiyan dijî xwenîşanderan. xelkê Îraqê tekesî dikin ku heta gihîştina daxwazên xwe dê xwenîşandanê mezintir û bihêztir bi rêwe bibin.
Navbirî ragihandiye: rewşa Îraqê pir xirabe û li kombûna îro a parlimanê ku bo rêçareyek birêweçu, bi tenê 60 endamên parlemanê li ciwînê de amade bûn.