Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îraq sînorên xwe yên digel Îranê dadixîne

17:25 - 7 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Berpirsên welatê Îraqê, di berdewamiya rewşa neasayî a li parêzgehên Xozistan û Luristanê, bi sedema bihêzbûna lehiyê, sînorê dinavbera welatê xwe û Îranê daxist.

Roja Şemî 17`ê Xakelêweya 1398`an(6`ê Nîsana 2019`an), berpirsên welatê Îraqê, sînorê “El-Şe`îb” a di navbera Îraq û Îranê de, li ser rêwî û bazirganan de daxist, çimkû di egera rabûna lehiyê de hejmareke zêde li gundên derdorê vê bin av bin, û hekî ev sînor bê vekirin, koçberbûna rûnîştiyên wan gundan bo Îraqê zêde dibe, “El-Şe`îb” yek ji 8 riyên di navbera sînorên Îraq û Îrane de ye, û heya arambûna rewşê, wê daxistî bimîne, û ew sînora yek ji wan sînorane ye ku xelk bo hatinûçûnê zêdetir  mifahê jê verdigire.    

Rabûna lehiyê di heyama çend rojên borî de, bajarên Kurdistana Rojhelatê dorpêçê kiriye, lê mixabin, li parêzgehên Luristan û Xozistan, zirarên herî zêde li xelkê ketiye û pirraniya xelkê wan deveran bi neçarî malên xwe terkandine.