Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îraq/ Di Tîrmehê de 1700 kes hatine kuştin

16:42 - 2 Tebax 2014

Kurdistanmedia: Di dirêjahiya şer û aloziyên wan daviyane ên Îraqê, di meha Tîrmehê de herî kêm 1700 hemwelatiyên Îraqî hatin kuştin.

Li gor rapora Kurdistanmedia û piştgirêdan bi raporta Rêxistina NetewênYekbûyî (NY) ku di 1’ê Tebaxa 2014’an de bilav kiriye, di şer û aloziyên nû ên Îraqê de, di meha Tîrmehê de 1737 hemwelatiyên Îraqî hatine kuştin, û bi wî awayê meha Hezîranê yek ji mehên xwînawî a Îraqê bûye ku 2400 kes hatiye kuştin.

Rapora NY tekez kir, ku meha Tîrmehê ji hemû mehên sala borî, hemwelatiyên Bexdadî bûne qorbaniyên êrîş û teqînan ku di vê mehê de her kêm 415 welatiyên Bexdadî hatine kuştin.

Piştre rêxistina NY raportek bilav kiribû ku têde ragehandibû ku di her demijmêrekê de 6 kes di Îraqê de tên kuştin û piraniya wan kuştiyane ji qurbaniyên terorîzm û tondatîjiyê bûne.

Bomberêjî kirin û pevçûnên navbera girupên cur ba cur yek ji sedemên kuştin û birîndarbûna hemwelatiyan di Îraqê de hatiye ragehandin.

Di şer û aloziyên nû ên Îraqê de, hejmara penaberan di wî welatî de roj ligel rojê zêdetir dike û niha bi balkişandin bi serhejmariyên rêxistina Netweyên Yekbûyî (NY), pitir ji 1 melyon û 200 hezar kes ji xelkê Îraqê di mehek û nîv a borî de û bi êrîşên berfireh ên DAÎŞ, aware û penaber bûne.

Li gor raporên hatinî bilavkirin, rejîma Îranê û hêzên Sipaha Pasdaran a wê rejîmê di Bexdad û deverên din ên Îranê bûna wan heye.

Rejîma Îslamî a Îranê bi meytêkirin di karûbarê welatên deverê û piştîwanîkirin ji hikûmetên dîktator ên devera Rojhelata Navîn û herwiha li petesekirina hemwelatiyên din ên welatan û kuştina xelkê roleke sereke heye.

Sûriye û Îraq yek ji welatên berçavin ku rejîma Îranê di karûbarê wan welatane dedesttêwerdan dike ku di wan welatane de rojane endamên Sipaha Pasdaran ên rejîma Îranê tên kuştin.