Roja Sêşemî 17´ê Cozerdanê, Saziya Gumrika Îraqê ragihandiye ku xwarinên hinardekirî yên Îranî yên wekî “hêk, mirîşk û rişte” ku ji aliyê Îranê ve bo Îraqê hatibûne şandin, bi sedema “berçavnegirtina yasa û rêkaran” ji aliyê gumrika “Menzeriye”yê ve bi ser rejîma Îranê de hatine zivirandin.
“Elîriza Muqedesî” Serokê Gumrika Îranê, berê basa vê kiribû ku Îraq bi havirdekirina 8 milyard û 900 milyon Dolar, yekem cihê hinardekirina kelûpelên Îranê bo welatê cîran li 9 mehên dawiya sala 2021´an û sê mehên yekem yên sala 2022´an bûye.
Herwisa “Seîd Husên Ehmedî”, Endamê Lîjneya Birêveberiya Odeya Bazirganiya Hevbeş a Îran û Îraqê gotibû, ku piştî şerê Ukraynê, havirdekirina Îraqê ji wî welatî kêm bibe û Îran dikare cihê Ukraynê di bazarên wî welatî de tejî bike.
Wezareta Gellaledarêjiya Îraqê, Banemera îsal îzinnameya havirdekirina 12 cur xwarin ji wan “hêk, mirîşk û rişte” ji Îranê pejirandibû.