Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îraqê, çûna xelkê ji wî welatî bo 8 welatan qedexe kir

10:47 - 23 Kanûna pêşîn 2020

Îraqê çûna xelkê bo 8 welatan ku yek ji wan Îran e bi sedema belavbûna vîrûsa nû ya Koronayê qedexe kir û xelkê Îraqê ku ji welatan tên bo Îraqê 14 rojan dibe li qerentînê de bimînin û hatina xelkê wan 8 welatan jî bo Îraqê qedexe ye.

Roja Sêşemî 22ê Kanûna Pêşîn, Saziya Balafirên Îraqê daxuyaniyek belav kir ku di wê daxuyaniyê de hatiye ku çûn ji Îraqê bo welatên “Brîtaniya, Afrîqaya Başûr, Ustraliya, Danmark, Holend, Beljîk, Îran û Japon”ê qedexe ye û herwisa hatina xelkê wan 8 welatan bo Îraqê hatiye qedexekirin û xelkê Îraqê jî ku di wan 8 welatan de ne hekî bixwazin bên bo Îraqê dibe 14 rojan di qerentineyê de bin.

Herwisa di wê daxuyaniyê de hatiye ku heta rohn nebûna wê yekê ku rêvîng tûşê wê nexweşiyê nebûne û taqîkariya “PRC” li ser wan neyê kirin û 14 rojan di qerentînê de nemînin û heta eşkerebûna rewşa tenduristiya cîhanî û deverî li derheq wê vîrûsa nû ya Koronayê, îznê bi ti kesekî re nadin ku pêwendiyê digel wan kesan bigrin.

Pêka zaniyariyên belavbûyî ew vîrûs bi tenê hêza belavbûna wê zêdetir bûye û pêketiyên wê vîrûsê ti cudatiyek digel pêketiyên vîrûsa Koronayê tinînin.

Welatê Îraqê li veguhastina wê vîrûsê ji aliyê rejîma Îranê ve ditirese û her lewma hatûçûna yek ji wan welatan jî ku hatiye qedexekirin, Îran e.