Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îraqê kirîna çendîn cure mêweyan ji Îranê qedexe kiriye

11:33 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2022

Kirîna mêwe di heftiya derbasbûyî de li Îranê, ji sedî 30 kêm bûye û herwisa Îraqê gotiye ku kirîna çendîn cure mêweyan ji Îranê qedexe ye.

Serokê Yekîtiya Mêwefiroşên Îranê “Mucteba Şadlû” di hevpeyvîn digel Nûçegihaniya “ILNA”yê de gotiye: “Kirîna mêwe di bazarên Îranê de ji sedî 30 kêm bûye û Îraq jî kirîna çendîn cure mêweyan ji Îranê qedexe kiriye”.

Pêka gotina “Mucteba Şadlû” Îraqê kirîna berhemên wek bacanê sor, xiyar, bacanê reş, gundor, şiwtî, talibî û kalekan ji Îranê qedexe kiriye.

herwisa “Mucteba Şadlû” gotiye: “di 30 salên derbasbûyî de bi bêyî peydakirina bazara firotinê li navxwe û derveyî Îranê, em li pey geşedan bi baxçeyên mêweyan bûne”.

Tevî daketina asta şiyana kirîn a xelkê, werzêr jî rastî pirsgirêkên micid ên peydakirina bazara firotina berhemên xwe hatine û rejîma Îranê bi neşiyana xwe, xelk û werzêr xistine nav tengasiyan.