Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îraqê li Şêvra Tenahî ya Navnetewî şikayeta Îranê kir

11:05 - 11 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: Îraqê ragihand ku bi hegera binpêkirina serweriya axa Îraqê ji aliyê rejîma Îranê ve, dê li Şêvra Tenahî ya Navnetewî şikayeta Îranê bike.

Wezareta Derve ya Îraqê bi şandina nameyekê bo Şêvra Tenahî ya Navnetewî şikayeta Îranê kiriye, ku Îran mudaxilê di Îraqê de dike û mûşekan diavêje nav axa Îraqê û serweriya Îraqê binpê dike.

Wezareta Derve ya Îraqê di nama Şikayeta xwe de nivîsiye, ku Îran axa me dide ber mûşekan û dixwaze şer û arîşa xwe bêxe nav Îraqê de, û êrîşa mûşekî kire ser binkên leşkerî yên Îraq û Amerîkayê.

Roja Înê 10`ê Kanûna Paşîn a 2020`an, Îraqê nameya xwe ya şikayeta li ser şiltaxiyên Îranê şande Şêvra Tenahiyê û daxwaz kiriye berahîka Îranê bigrin, ku qirar wisaye Îran bi hêceta berevanî ji xwe, şer û malwêraniyê bêxe di nav Îraqê de.

Îraqê di vê nameya xwe de, tevlîkirina Îraqê di nav şer û kêşmekêşên deverê de, pirotesto kiriye. 

Herwisa Wezareta Derve ya Îraqê gazî Balyozê Îranê li Bexdayê kir û bi tundî hişyarî dayê, ku binpêkirina serwerî ya Îraqê ji aliyê Îranê ve ji wê zêdetir nayê qebûlkirin.