Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îro 100.mîn salroja weşandina yekemîn rojnameya Kurdî ye

17:51 - 18 Şibat 2019

Kurdistanmedia: Yekemîn rojnameya Kurdî di  Kurdistana Rojhilat de, li serdema serhildana rêberê navûdeng yê Kurd “Simko Axayî Şikak” li sala 1919`an bo yekemîn car, li dîroka rojnamevaniya Kurdî de, di Kurdistana Rojhilatê de, li paytexta bajarê Urmiyê hate weşandin.

Ebdulrezaq Bedirxan rojnameyek bi navê (Kurdistan), li bajarê Urmiyê weşand Lê, piştî ku Ebdulrezaq Bedirxan ji aliyê Rûsiyayî ve hate êxsîrkirin û bo Rûsiya Qeyserî hate dûrxistin, rêberê Kurd Simko Axayî Şikak ji rewşenbîrê Kurd (Mihemed Turcanîzade) daxwazkiribû, da ku weşandina rojnameya Kurdistan berdewam bike.

 Rojnameya Kurdistan, ziman halê rewa yê şoreşa Simkoyê Şikak bû, û di hemû hejmarên rojnamê de nûçeyên wan şerên ku di navbera şervanên Kurd û artêşa dewleta navendî a Îranê de diqewimîn, li ser rûpelên rojnamê de dihatin cihgîr kirin.

Herwisa rojnameya Kurdistan di heyama Komara Demokratîk a Kurdistanê de, li bajarê Mehabadê li 22`ê Adara 1946`an her di vê bajarî de dihate weşandin, û herwisa di heyama avakirina Komara Kurdistanê de, di sala 1946`an de, kovareke 30 rûpeleyî bi navê (Hawarî Kurd) jî hatibû weşandin.

Gelê Kurd di her perçeyeke Kurdistana mezin de, li gorî derfetên ku çê dibûn, di warên siyasî, civakî û çandî de pêngavên pêşve çûnê avêtin e.