
Îro 32 sal bi ser mezintirîn pêla qirkirina gelê Kurd ji aliyê hikumeta Be`esa Îraqê derabas dibe, ku di heymekî gelek kêm de, pitir ji 182 Hezar kes ji Kurdan girtin û bêserşûn kirin.
Piştî sernixûniya hikûmeta Be`es eşkere bû ku ew 182 hezar kese ji mirovên bê gunehe gelê Kurd, hemî li Sehrayên nawerast û Başûra Îraqê li gorên bikom de hatine zindeçalkirin.
Bîranîna wan cinayetên mezin, ku li derheq Netewa Kurd û li ber çavên cîhanê hatin encamdan û bi Sedhezaran kesên bê gunehe kurd têde bûne qurbanî, rûyê rastîne bêrehmiya dujminên grlê Kurd dide xûyakirin.
Hikûmeta Be`esa Îraqê di çendîn qonaxande jînosayîda bi ser gelê Kurd li jêr navê Enfal bi rêve bir.
Pêla herî berfireh ya Enfalê di Bihara sala 1988 an bû ku têda sedan hezar kes ji Gelê Kurd di Başûra Kurdistanê hatne girtin û bêserşûn kirin, di nava wan de Jin û Zarok, Pîr û Kal, hebûn ku her hemî Sivîl bûn.
Heya niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rufatê Hezaran kesan li Başûra Îraqê de peyda kirine û wegerandine nawa Axa Kurdistanê.
Herçiqas Hikumeta Herêma Kurdistanê cehdê dike bo bi nêvdewletîkirina kêysa Enfalan û nasandina wê bi jînosayid, lê mixabin heya niha jî li astê cîhanê de weke jînosayd nehatiye naskirin.
Hezaran silav li ser riha 182 Hezar Şehîdên Enfalê, û hemî şehîdên Kurdistanê.