Bo yekem car e ku ji destpêka belavbûna vîrûsa Koronayê di Îranê de, li 24 demjimêrên derbasbûyî 27 hezar û 444 nexweşên Koronayê hatine tomarkirin, ji wan 3 hezar û 36 kes hatine razandin.
Pêka amara Wezareta Tendirustî ya rejîma Îranê, heta niha bi gelemper 3 milyon û 576 hezar û 48 kes bi Koronayê kevtine.
Di 24 demjimêrên derbasbûyî de 250 pêketiyên Koronayê di Îranê de canê xwe ji dest dane. Bi giştî heta niha 87 hezar û 624 kesan canê xwe ji dest daye.
Heta niha 169 bajarên Îranê di rewşa sor, 166 bajar rewşa naricî û 113 bajar rewşa zer de ne.
Parêzgeha Tehran û Elborz di rewşa sor de ne û pêka gotina “Muhsin Haşimî” Şêwreyê bajarê Tehranê, rojane zêdetir ji 100 kes di Tehranê de canê xwe ji dest didin.
Bi sedema Koronayê tev îdareyên hikûmî yên parêzgehên Tehran û Elborzê ji roja Sêşemî 29`ê Pûşperê heta 3`ê Gelawêjê ve hetine dayxistin.