Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îro Înê Xwenîşandana milyonî li Îraqê birêve diçe

12:18 - 25 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Xwenîşander çûne nav Devera Kesik li Bexdayê û serok wezîrê Îraqê jî red dike dest ji kar vekişîne û dibêje guhertinan di kabîneya xwe de dike.

Çavkanîyeke ewlehêyê li Bexdayê rageand:  xwenşanderên meydan a Tehrîr, karîne biçine nav Devera Kesik û hêzên ewlekarîyê jî berengarî wan bûne û bi rêya avpirandinê hewil dane wan xwenîşanderan belav bikin. Ev di demekê de ye, hêzên Ewlekarîyê tevaya wan rêyan daxistine ku ber bi Meydana Tehrîr ve diçin. Ji duhî êvarê ve, xwenîşanderên Bexdayê û hejmareke xwenîşanderan ji Bexda û parêzgehên başûra Îraqê dest bi xwenîşandanan kirîne.

Di gotarekê de bo xwenîşanderan, Adil Ebdulmehdî, serok wezîrên Îraqê red kirîye dest ji kar vekişîne û ragehand,  dest ji kar vekişnadina hikumetê bê ku cêgir hebe; welatê dixe alozî û tevlîheviyê de, lê amaje bi guhertinan da, dê kabîneya xwe de wek vêde birina hejmreke wezîran û danan hinekên din li ser esasê jêhatî bûnê encamp bide.