Îro 18ê Tîrmehê 24 sal bi ser cinayet û tepeseriya nerizayetiya Xwendikarê “ Kuyê Zanîngehê’ li Tehranê ji aliyê rejîma hove Îslamî re derbas dibe.
Di wê rojêde anku 18ê Tîrmeha 1378ê de, Xwendikarên Kuyê Zanîngeha Tehranê li hember daxistina rojnama Selam dest kirne bi nerizayetiyê ku rastî êrîş û tepeseriya tunde hêzên rejîmê hatin.
Ew nerizayetiya Xwendikaran berfirehtir bû û rejîm ji tirsê evê ku renge bibe şorişekî seranserî, gelek hovane cehda tepeserkirina dengê nerizayetiya Xwendikaran da.
Hêzên rejîmê bi biryara rastevxwe ye Elî Xamineyî û bi cîbicîkirina fermandên sipaha terorîst devra Zanîngehan girtin û dûr ji çavê kamêran û xelkê cinayet afirandin.
Dehan xwendikar kuştin û gelk ji wan bi saxî ji ser banên 10 qatiyê re fire dane erdê, sedan kes birîndar kirin û sedanê dinê jî binçav kirin ku parek ji wan di bin îşkencê da kuştin, û hezaran Xwendikarên dinê Îran bi cî hêlan.
Nerizayetiya Xwendikaran geheşte Zankoyên bajarên dinê jî, lê qasê tepeserî û cinayeta li ser Xwendikaran hinde zêde bû ku wê nerizayetiyê heya roja 24ê Tîrmehê berdewam kir.
Erkê tepeserî û matkirina dengê Xwendikaran bi fermandên mirovkuje Sipahê hatibû danê û rolê Pasdar Neqdî û Qalîbaf wê demê ji bîra tu kesê naçe ku piştî hingê çavan bi şanazî ve basê cinayetên xwe dikirin.
18ê Tîrmeha 1378ê destpêka xwenîşandan û nerizayetiya seranseriye xelkê Îranê bi pêşengiya Xwendikaran bû heya sernixuniya dîktatoriyê jî dê berdewam be.