Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsa Kelanterî: Di dema birêveçûna yasayên parastina hewaya paqij dê %70 a aboriya Îranê dê raweste

11:38 - 21 Kanûna Paşîn 2021

Serokê Saziya Parastina Jîngehê yê rejîma Îranê, “Îsa Kelanterî”, ragihandiye ku: “Hekî yasayên parastina hewayê paqij bi rê ve herin, %70 a aboriya Îranê dibe bê rawestandin.

Roja Çarşemî, 20ê Kanûna Paşîn, Serokê Saziya Parastina Jîngeh yê rejîma Îranê, “Îsa Kelanterî” tevî îşarekirin bi kevinbûna maşînên veguhatinê ragihand: “Hekî yasayên parastina hewa di Îranê de bi rê ve herin, em dibe %70 a aboriya Îranê dayxînin”.

Maşînên veguhastin û herwisa kompanî û kargehên pîşeyî di Îranê de, bi piranî sîstema hewce bo parastina jîngeh û hewa tinînin û rejîma Îranê jî bi hêceta dorpêçan xwe li terxankirina bûdce bo dabînkirina wan sîsteman bo pîşeya Îranê û herwisa veguhastinê, xwe diparêze.

Herwisa “Îsa Kelanterî” tevî îşarekirin bi hebûna 400 hezar kamiyonên barhilgir yên kevin û 6 hezar otobûsên kevin ragihand: “Beşek ji yasayên parastina hewa wekî guherîna maşînên kevin bi yên nû bi sedema nebûna perê biyanî, nehatine birêvebirin”.

Rejîma Îranê hewla micid bona avakirin û geşeya kompanî û kargehên berhemanîna petrokîmî û sîmanê dide ku yek ji mezintirîn pîskerê hewa ne.

Berhemanîna maşînan di Îranê de bi sedema berçavnegirtina ewlehiya canî û herwisa zanistînebûna wê pîşeyê di Îranê de bûye gefeke micid li ser canê ajotvan û rêwiyan û herwisa hewa gemar dike.

Palavtingehên Îranê bi piranî sîstema avero û fîlterkirina serast a hewa tinînin û yên heyî jî kevin û jikarkevtî ne.