Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsa Kelanterî: Surûşt bi xwe şewatan kontirol dike!

12:26 - 16 Hezîran 2020

Berpirsê Saziya Parastina Jîngeh a rejîma Îranê gotiye, ku surûşt bi xwe wan agirpêberbûn û şewatan kontirol dike û ev agripêketine parek ji xwazayê ye!

Roja Duşemî, 15`ê Hezîranê, Berpirsê Saziya Parastina jîngeh a rejîma Îranê, Îsa Kelanterî, bas kiriye ku her sal nêzî 16 hezar hiktar ji 130 milyon hiktar ji daristanên Îranê di nav agir de dişewitn û ew parek ji surûştê ye bûyerkî wiha girîng nîne!, surûşt bi xwe wan agirpêketinan û şewatan di nav daristanan de kontirol dike! û nabe ku em xelkê nigeran bikin.

Hewisa wî berpirsê rejîma Îranê bas kiriye, ku kontirola helîkopteran bo pîlotan di deverên çiyayî de pir zehmet e û em bona temirandina agir li 2 hiktarên daristanan canê 4 mirovan rastî metirsiyê nakin!

Wî berpirsê rejîma Îranê bi wan gotinên xwe, neşiyan, neagehî û xemsariya ji astderketî ya xwe di hember surûştê de dide xuya û ew mînakeke zindî ji berpirsên payebilind yên rejîma Îranê ye.

Perpirsên rejîma Îranê bi piranî ti aghdariyek ji karên pêsipartî tinînin û wekî mînak ew Berpirsê Saziya Parastina Jîngeh a rejîma Îranê ti hayek ji zanistên Jîngeh, surûşt û zanistên taybet bi jîndaran re tinîne û ew cihê mixabiniyê ye ku kesên wiha li ser wî welatî biryaran didin û terhan dadirêjin.