Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsa`îl êrîşên xwe yên bo ser binkeyên rejîma Îranê, yên li Sûriyê berdewam dike

16:26 - 4 Adar 2019

Kurdistanmedia: Artêşa Îsra`îlê binkeyên rejîma Îranê yên di nav axa Sûriyî de bombebaran kir.

Li gorî raporên belevbûyî, duh şev rêkefta 12`ê Reşmehê(3`ê Adara 2019`an), artêşa Îsra`îlê li bilindahiyên Golanê, sê binkeyên Spaha Pasdaran, yên di nav bajarê “Qenteriyê” a girêdayî Sûriyê kirine armanc.

“Benjamin Netanyahu” Serokwezîrê Îsra`îlê, roja Çarşemî 8`ê Rêbendanê, di “Kremlin” a Rûsiyayî de, derheq bi hevahengîkirina di navbera artêşa herdu aliyan de, li pêwendî digel jinavbirina hêzên rejîma Îranê, yên di nav axa Sûriyê, li gel “Vladimir Putin” serkomarê Rûsiyayî civiyabû.

Her di vê derheqê de “Benjamin Netanyahu” Serokwezîrê Îsra`îlê roja Yekşemî 12`ê Reşmeh(3`ê Adara 2019`an), dabû xuyakirin ku, me digel Rûsyayî lihevkiriye,da ku êrîşên xwe li ser binkeyên rejîma Îranê yên di nav axa Sûriyê de berdewam bikin, û herwisa navbirî got di vê civînê de, “Vladimir Putin” serkomarê Rûsiyayî gotiye, bêgoman emê di êrîşên wiha berdewam bin, lê dibe hevahengiyek di navbera herdû aliyan de hebe, bo birêvebirina biryarên wiha, da ku em di nav Sûriyî de lihev nexin.