Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsal asta bilindahiya ava gola Urmiye “57cm” daketiye

12:38 - 18 Gulan 2022

Di vê demsala Biharê de, asta bilindahiya ava gola Urmiyê 1270.79 metre û pêka wê rêjeyê bi berhevdanîna digel sala derbasbûyî 57cm daketiye.

Serokê Şirketa ava parêzgeha “Urmiyê” “Mecîd Destgahî” ji nûçegihaniyên girêdayî rejîmê re ragihandiye ku: Niha asta bilindiya ava gola Urmiyê 1270.79`e û pêka wê rêjeye û bi berhevdanîna digel sala derbasbûyî 57cm daketiye.

Herwisa navbirî rêjeya ava gola Urmiyê di vê demsalê de, 3ê miliyard û 180 miliyon metran 2cî daye zanîn û got ew rêjeya di sala derbasbûyî de 5 miliyard û 50 metran 2cî bûye û bi berhevdanîn digel sala derbasbûyî 1.87 miliyard metran 2cî kêm bûye.

Her di vê derheqê de “Destgahî” behsa rêjeya barînan di parêzgehê de kiriye ku, liçav sala derbasbûyî 10 ji sed kêm bûye û asta ava avbendan jî, li wê parêzgehê 6 ji sed kêm bûye.

Hişk bûna gola Urmiyê xisarên bê veger lipey xwe tîne û sirûşta deverê têk dide û tofana xoyî pirisgirêkên micid bo deverên derdora gola Urmiyê diafirîne.