Serokê heyeta Birêveberiya Encumena Talasêmiya Îranê “Mihemed Elîzade” bo nûçegiyaniya “ILNA” yê re gotiye: “Ji destpêka îsal ve heta niha ti dermanek bo nexweşên Talasêmî ji derve nehatine kirin”.
Serokê heyeta Birêveberiya Encumena Talasêmiya Îranê “Mihemed Elîzade” di hevpeyvîn digel nûçegihaniya “ILNA” ya girêdayê rejîma Îranê re gotiye: “Niha dermanên hewce bo 20 hezar nexwşên Talasêmî bi kêmî dest dikeve û bi tenê dermanek bo nexweşên Talasimiyê hatibû kirîn ku ew derman sexte bû û xisarek zêde bo nexweşên Talasêmiyê li pey xwe anîbû.
Herwisa navbirê gotiye: “Birêveberên rêkxirava xwarin û dermanan di bersiva lipeykevtinên wê encumenê û nexweşan de bilî wê yekê ku gotine daxwazên we bê binyat in, ti bersivek rohn nedane”.
Pêka gotina wî berpirsê Encumena Talasmiyê, amara canjidestdana wan nexweşan gelek zêde bûye û ji meha Banemera sala 1397an ve heta niha 538 nexweşên Talasêmiyê canê xwe ji dest dane.
Nexweşên Talasîmî salanme hewcehî bi 800 hezar heta milyonek Tumenî hene ku bikarin derziyên hewce bo nexweşiya xwe dabîn bikin.
Tevî vê yekê ku tevahiya berpirsên rejîmê destnekevtina dermanan bi dorpêçan ve girê didin lê Amerîkayê çendîn caran ragihandiye ku dorpêçên li ser Îranê şandina derman bo Îranê li xwe nagire.