Pêka amarên fermî yên rejîma Îranê di 6 mehên destpêkî ên îsal de zêdetir ji 2 hezar û 490 kesan bi sedema bikaranîna madên hişber canê xwe ji dest dane.
Pizîşkiya yasayî ya rejîma Îranê daye zanîn ku xisarên canî ên bi sedema madên hişberên 6 mehên destpêkiya îsal li beranber 6 mehên desdtpêkiya sala par, %6.5 zêdetir bûye û herwisa daye xuya ku 2 hezar û 490 kes li 6 mehên destpêkiya îsal bûne qurbaniyê madên hişber ku 367 kes jin û 2 hezar û 123 kes jî mêr bûne.
Herwisa pêka amarên rejîmê, rêjeya qurbaniyên bikaranîna xirab a madên hişber 544 kes bûne, herwisa qurbaniyên madên hander û wehmî 112 kes, qurbaniyên bikaranîna dermanên berhemhatî ji madên hişber wekî “Mitadon û tramadol” hezar û 68 kes û qurbaniyên bikaranîna hevdem a çend corê ji wan madeyan 766 kes bûne.
Herwisa amara qurbaniyên bikaranîna xirab a maden hişber li sala 1399an de %3.7 ji amara sala 1998an zêdetir bûye.
Di sala 1399an de li Îranê, 4 hezar û 637 kesan bi sedema madên hişber canê xwe ji dest dane ku zêdetirîn rêje li 10 salên derbasbûyî de ye.
Bi sedema nebûna dadperwî, çewtekarî û gendeliya berpirsan, bêhêvîtî ji paşerojê, pirsgirêkên “aborî, civakî û malbatî”, kiriza guherîna nirxên çandî-civakî, serkut û zêdebûna tundûtîjî ji aliyê rejîma Îranê û berdestbûna madên hişber li seranserê Îranê, sedemên bingehîn ên zêdebûna rêjeya tuşbûn û canjidestan bi sedema madên hişber in.