
Bo yekim car berpirsekî payebilind yê rejîma Îran ê, bi eşkere bas ji bandora dorpêçên Amerîka, li ser Îran ê kiriye.
Tevî înkar kirina berpirsên rejîma Îran ê, derheq bandora dorpêçên Amerîka li ser Aborî ya Îran ê, Cihgirê yekim yê Serkomarê rejîm ê, “Îshaq Cehangîrî”, bo cara yekemîn, di kombûna kabîne ya dewletê de bi eşkere bas ji herifîna herî dijwar a aboriya Îran ê, bi sedema dorpêçên Amerîka yê ve kiriye.
Cehangîrî, di wê kombûnê de gotiye: “Ew dorpêç, zalimanetirîn, bêrehmanetirîn û tundtirîn dorpêçên cîhanê ne, her çiqas ku di heyamê wan 40 salên derbasbûyî de, ji aliyê Amerîka, Yêketiya Ewrûpa û Şêwraya tenahî ya NavNetewî ve, dorpêç li ser me hebûne, lê dorpêçên wan 2 salên derbasbûyî, ji hemûyan cuda û bi bandortir bûn e”.
Navbirî basa wê yekê jî kiriye ku: “Ji ber xelkê û hegerên ewlehiya netewî, em nikarin bi eşkere û bi zelalî, basa zaf tiştan bikin û rabigehînin ku, çi qewimiye û xelkê ji hûrdekariyan agehdar bikin”.
Berê, berpirs û karbidestên rejîma Îran ê, dorpêçên Amerîka bi “qete Kaxezeke bêçine” binav dikirin û bas ji serneketin û bê encam mana dorpêçên Amerîka û bandora wê dikirin, lê niha, bandor wan dorpûçan bi qasekê ye ku, êdî nikarin veşêrin û înkar bikin.