Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

... Îsmaîl Bêşikçî bîrmendê naskirî ê Tirk, ku weke berevankarê mafê

14:47 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2014

Îsmaîl Bêşikçî bîrmendê naskirî ê Tirk, ku weke berevankarê mafê Kurdan hatiye naskirin, vê carê jî serdana Herêma Kurdistanê kir. TISHK TV jî ji vê derfetê mifah wergirt û hevpeyvînek di gel wî pêk anî ku me jî bi hewce zanî ku beşek ji vê hevpeyvînê di vê hejmara Agirî de bilav bikin.
H: Selîm Zencîrî
Pirs: Mamosta cinabê te Tirk î, û herwisa mamostayê zanîngehê yî, çawa bû yan jî çima te xwe li pirsa pirr ji kêşe ya kurd da?

Bersiv: Di 27ê Gulana 1960î de, li Tirkiyê derbeyeke leşkerî çê bû. Piştî wê derbeyê di çapemeniya Tirkiyê û zanîngehan de, gellek babetên cuda cuda hatin munaqeşekirin.

Bo nimûne, pirsa hebûna cot meclîsan, azadiya çapemeniyê, otonomiya zanîngehê, reforma axê û babetên weha dihatin munaqeşekirinê. Yek ji wan jî, Tirkbûna Kurdan bû, babetekî weha jî hebû. Anku neteweyek bi navê Kurd nîne, hemû kes Tirk in, zimanek bi navê Kurdî nîne, zimanê ku bi Kurdî dihête binavkirin, zaravayek ji zimanê Tirkî ye.

Tiştên bi vî awayî dihatin axaftin û gengeşekirin. Ez hingê li Enqerê xwendekar bûm. Min li zanîngehê di beşa zanistên siyasî de dixwand. Wê demê, di nava xwendinê de programek bi navê stajê hebû. Di çarçoveya wê programê de ez çûbûm Elezîzê(Xarpêt).

Li wê derê, li cem walî û qeymeqaman ûsûlên îdarî fêr dibûn, wek curek stajên qeymeqamiyê bû. Bo nimûne li Elezîzê, navçeyên Karakoçanê, Kebanê, Palûyê, Madenê, Erganiyê, di nava gundiyan de nakokiyên ax û zeviyan çêdibû.

Nakokiyên milkiyetê çê dibûn. Qaymeqaman ji bo safîkirina wan nakokiyan ji aliyê îdarî ve diçûne wan gundan. Ez jî di gel wan diçûm. Gava diçûme her gundekê ji wan bo nimûne li Kebanê,li wir kesên tercuman hebûn di navbeyna qaymeqam û gundiyan de.

Gotinên ku qaymaqam digot bo gundiyan tercume dikir û gotinên gundiyan jî bo qaymaqam wergêran dikir. Di navbeynê de tercumanek hebû. Weha nîşan dida ku zimanek bi navê Kurdî heye, neteweyek bi navê Kurd heye.

Wê demê her kesî li Enqerê digot, zimanek bi navê Kurdî nîne, miletek bi navê Kurd nîne, ev bûn tiştên ku di çapemeniya Tirkan de behs jê dikirin.

Pirs: Gelo karê te yê han alîgirî yan heskirina taybetî bo kurdan e yan armanceke mirovdostî û xizmet bi mirovahiyê ye?

Bersiv: Niha weha ye, hebûnek heye, li Enqerê dihate gotin ku Kurd nînin, zimanek jî bi navê Kurdî nîne. Li Kebanê, li Elezîzê, tercumanek di navbeyna qaymeqam û gundiyan de hebû. Demek zimanek bi navê Kurdî heye, ji bo wê ye di navbeynê de tercumanek heye.

Ya girîng ev e mirov vê fam bike, têbigehe. Bi rêbazên zanistî hewl bide vê meselê bizane, têbigehe, divê wisa binirxînin.

Yanî piştî wê qonaxê, em bêjin di sala 1961an de, piştî vê qonaxê dixwînî, vê fam bikî, têbigehî. Piştî vê pêvajoyê dibînî ku derbarê Kurdan de hinek qedexe hene.
Pirs: Birêz Bêşikçî em dibînin ku pirsa Kurd pirsek dîrokî û siyasî bûye, çima heya niha nebûye dewlet? Bi baweriya te kîjan fakterên dereke an jî navxweyî sedema vê yekê bûne?

Bersiv: Herdu jî bi bandor in. Faktorên derekî jî bi bandor in, yên navxweyî jî hene. Dabeşkirin û parçebûna Kurdistanê di salên 1920an de pêvajoyek bû di nav Neteweyên Yekbûyî de pêk hat.

Di wê serdemê de ku heqê diyarîkirina mafê çarenûs serdemek bû ku gellek dihate ber bas. Bo nimûne, li Yekîtiya Sovyetê, Lenîn, Stalîn, Trotiskî gellek behsa wê dikirin. Li Dewletên Yekbûyî Amerîka Serok Wîlson gellek behsa vê babetê dikir.

Di vê serdemê de Kurdistan hate parçekirin û lêkvekirin. Du hizrê mezin yên wê serdemê yanî ji aliyekî Berîtaniya û Feranse hebûn, û em behsa salên 1920î dikin, û du dewletên kevn yên Rojhilata Navîn, dewleta Împaratoriya Osmaniyan, berdewamiya împaratoriya Osmaniyan wate Komara Tirkiyê, û Împaratoriya Îranê ku berdewamiya împaratoriya Îranê jî Şahenşahiya Îrana nû bû.

Van her çar hêzan pêkve bi şiklekî organîze, dest bi ser Kurd û Kurdistanê de girt. Ji bo ku Kurd û Kurdistanê ji nav bibin, pêvajoyek bi vî rengî dane destpêkirin.

Helbet, li vê derê faktorên derekî girîng in. Berîtaniya, hêza duyemîn ya wê serdemê bû, lê belê divê em weha jî hizr bikin, salên 1920î parçebûna Kurdistanê ya sêyemîn e.

Yanî cara sêyemîn e Kurdistan careke dî hate parçekirin. Cara yekemîn, di çaryekê ewil ya sedsala 16an de Kurdistan di nava împaratoriya Osmanî û ya împaratoriya Îranê de hate parçekirin.

Cara duyemîn, di çaryekê sedsala 19an de di dema şerên navbeyna Rûsan û Îranê de beşên bakûra Kurdistanê ketin bin rêvebiriya Împaratoriya Rûsan de, li Qefqasê dirustbûna Kurdistanekê.

Ev dabeşbûna sêyemîn ya di 1920î de, dabeşbûn û parvekirina sêyemîn e. Ev tê çi wateyê? Di rastî de, kêmasiya Kurdan heye.

Hêzên neyar, hêzên dijminên Kurdan ji vê kêmasiya Kurdan qazancê werdigrin, wan parçe dikin. Ji ber vê divê bi vê kêmasiya xwe bihesin, vê kêmasiyê bibînin û ji vê xilas bibin, ev girîng e.

Pirs: Bi baweriya cenabê te pêşmerge kê ye? Çawa pêşmerge pênase dikî?

Bersiv: pêşmerge, welatperwerên Kurd in. Kesên xebatê ji bo azadiya welatê xwe dikin. Mafên Kurdan, azadiya Kurdan hatine zewtkirin, li her cihekî bakûr, başûr, rojhilat, rojava, maf û azadiyên Kurdan dest bi ser de hatine girtin.

Pêşmerge, ji bo wergirtina wan mafên ku hatine zewtkirin, ji bo baştir ziman û kulturên xwe sax bikin, pêşmerge ew kes in ku xebatê ji bo wan dikin.

Pirs : Niha Kurd di piraniya parên Kurdistanê de ber bi pêşve çûne, li Başûr pêkhateyek hinek fermî heye, li Rojava serbarê kêmasiyên xwe deshilatek xweciyî heye û herweha li Bakûr piroseya aşîtiyê derketiye holê, divê navberê de tenê Kurdistana Rojhilat e ku di bin destê rejîma Komara Îslamî de tê çevisandin, nêrîna te liser Kurdên Rojhilat û rejîma Komara Îslamî çî ye?

Bersiv: Başûra Kurdistanê tê zanîn, bakûra Kurdistanê tê zanîn, rojava jî di van salên dawiyê de, tê zanîn, lê rojhilata Kurdistanê ji aliyê raya giştî ya dinyayê ve zêde nayê zanîn. Ji aliyê raya giştî ya Kurd ve jî zêde nayê zanîn. Gelo sedemên vê çi dibin? Cara ewil desthilatdariya rejîma Îranê desthilateke tund e. Li ser çapemeniyê givaşên tund hene, ji bo ku tiştên li Îranê diqewimin, di medyayê de cih negirin.

Wek mînak, îro li Îranê berdewam îdamê birêve dibin. Xortên Kurdan yê 18-20 salî têne bidarvekirin. Lê ev nûçe di medyayên dinyayê de zêde cih nagirin.

Li vê derê de dibe ku bandoreke Kurdan ya girîng hebe. Kurdên bakûrî, rojavayî, başûrî, ev kiryarên dewleta Îranê li dijî Kurdan ji bo raya giştî ya dinyayê dibe eşkere bikin. Ji bo vê dikarin hewl bidin.

Ji bo vê jî divê Kurd nakokiyên di navbeyna xwe de kêm bikin, van nakokiyan di nava xwe de çareser bikin, û hêzeke hevbeş pêk bînin, vê hêzê hem li dijî desthilatdariya Îranê, hem jî li dijî desthilatdariyên Tirkiyê, Sûriye û Îraqê bikar bînin.

Bi saya vê hêzê dikarin kiryarên desthilatdariya rejîma Îranê li ber raya giştî ya dinyayê eşkere bikin. Hingê Îran nikare hinde bi rehetî Kurdan îdam bike.

Pirs: Gelo bi baweriya te rejîma Îranê reformê hildigre? Yan em bêjin pirsa kurd di çarçoveya vê rejîmê de wê bê çareserkirin?

Bersiv: Carê dewleta Îranê li dijî Kurdan siyaseteke tund birêve dibe. Di salên 1930î de, kuştina Simko, di serdema Komara Kurdistan de, li Mahabadê di salên 1945-46an de îdamkirina Qazî Mihemed, û rêveberên din yên Kurd, û di sala 1989an de şehîdkirina Qasimlo û hevalên wî, û di sala 1992an de şehîdkirina Sadiq Şerefkendî û hevalên wî.

Wateya wê çiye? Wateya vê ev e ku serok û rêberên Kurdan tu yek ji wan bi emrê xwedê nemirine, bi kuştar, bi terorê hatine kuştin.

Rêveberiyeke tund e li beramberî Kurdan. Ji ber vê ye divêt ku ronakbîrên Kurd îdeolojiya resmî ya Îranê rexne bikin, ev girîng e.

Dîsa divê Kurdên beşên din yên Kurdistanê siyaseta Îranê rexne bikin û kiryarên wê li ber çavê raya giştî ya dinyayê eşkere bikin. Di vî warî de karkirina wan girîng e. Dema ev hate kirin, dewleta Îranê hinde bi rehetî nikare van kiryaran birêve bibe.

Pirs: Te basa Qazî Mihemmed û Dr. Qasimlo û Dr. Sadiq kir, gelo wan sê rêberan çawa dibînî?

Bersiv: Rêberên Kurdan şexsiyetên giranbûha ne. Di sala 1947an de Qazî Mihemed di mehkemeyên Îranê de ev tişte got; “Wek Tirkan, Ereban û Farisan, mafê Kurdan jî heye ku dewleta xwe ava bikin. Mafê Kurdan heye ku xwe bi xwe birêvebibin. Hûn niha me îdam jî bikin, ji niha û pêve jî Kurd dê ji bo vê têkoşîna xwe berdewam bikin.” Ev gotinek gellek bi nirx e.

Dr. Ebdurahman Qasimlo ligel du hevalên xwe li Viyanayê di malekî de hatin qetilkirin. Kesên ku Dr. Qasimlo qetilkirî, ji Îranê hatibûn şandin ew kes Pasdar bûn û bi cilûbergên dîplomatîk hatibûn.

Ew pasdarên bi postên dîplomatîk hatibûn ku li gel wan meseleya otonomî yan jî çareseriya pirsgirêka Kurd gengeşe bikin, di deqîqeyên pêşiyên vê hevdîtinê de, ev bûyer diqewime.

Qasimlo û herdu hevalên wî qetil dikin û di demek gellek kurt de, ji malê derdikevin û dîsa di demekî kurt de ji Viyenê derdikevin û vedigerin Îranê.

Heta yek ji wan bikujan di dema qetilkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî de, xwe jî birîndar dike û bo demekî jî di nexweşxaneyê de maye. Lê hikûmeta Nemsayê derheqê van cînayetan de tu lêpirsîn nekirin.

Pirs: Çawa li kesatiya Dr. Qasimlo dinêrî? Şehîdbûna wî çi derbek li tevgera Kurd û Kurdên Rojhilatê xist?

Bersiv: Ez Dr. Qasimlo û Sadiq Şerefkendî zêdetir ji nivîsarên wan, ji nûçeyên rojnameyan derbarê wan de dinasim. Gorên van kesan jî li Parîsê ne. Tirba Dr. Qasimlo û du hevalên wî û yên Sadiq Şerefkendî û her sê hevalên wî li Parîsê ne. Sala borî em çûn Parîsê, me serdana gorên wan jî kir.

Mirovên gellek hêja û rêberên jêhatî bûn. Dr. Qasimlo endamê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê bû, di heman demê de mamosteyê zanîngehê bû û aborînas bû. Ji pirtûkên wî dizanim ku kesayetiyekî jêhatî bû.

Rêberên Kurdan Qazî Mihemed, Qasimlo, Sadiq Şerefkendî hemû jî kesên hêja bûn. Kesek ji wan bi mirinek normal neçûn. Hemû jî bi teror û kuştinê çûn.

Pirs: Çareseriya Pirsa Kurd di çi de dibînî?

Bersiv: Divê wisa bifikirin. Pirsgirêka Kurd li Rojhilata Navîn ne wekî ya Felistîniyan e. Helbet pirsgirêka Felîstinê jî heye. Lê pirsgirêka Kurd û Kurdistan ne wekî pirsgirêka Filîstîn e.

Çima? Dijminekî Felîstînê heye, ew jî Îsraîl e. Lê li dijî Îsraîlê dijminên din jî hene, ew jî hemû dewletên Ereb in. 22 dewletên Ereb bi awayekî dijminê Îsraîl ne. Yan jî 57 welatên Îslamî ku endamên Konseya Îslamê ne, ew jî neyarên Îsraîlê ne.

Pirsgirêka Kurd weha nîne. Derdorên Kurdistanê bi neyarên wê hatine dorpêçkirin.

Wek cehnemekê ye Kurdistan. Ev neyarên Kurdistanê dixwazin te bifetisînin, ji nav bibin. Di van şertan de çareseriya pirsgirêka Kurd gellek zehmet dibe.

Bo nimûne, Felîstînî bi tenê li gel Îsraîlê rûbirû dibin û li gel Îsraîlê rûdine û pirsgirêka xwe wisa çareser dike. Dema tu Kurd bî, bi tenê ligel Bexdayê bicivî, hevdîtin bikî, pirsgirêk çareser nabe, ji ber ku li gel wê Enqere heye, Tehran heye û Şam heye.

Dewlemendiyên Kurdistanê yên xwezayî hene, Rûsiya di nav de heye, van demên dawî Dewletên Yekbûyî ên Amerîka heye. Rewşekî weha çareseriyê zehmet dike.
Di pirsgirêka Kurd de zilm û zordariyê çar dewlet bi hevre dikin, ev jî Kurdan bi paş ve dibe.

Pirs: Bi baweriya te di qonaxa niha de, gerek Kurd jî weke her tevgerên din ên netewî pitir neteweperest û nasyonalîst be?

Bersiv: Kurd divê neteweperwer bin helbet. Divê ziman û çanda xwe bi şiklekî baş bêxe warê jiyanê.

Divê li welatê xwe xwedî derkeve, li Kurdistanê xwedî derkeve. Kurd divê neteweperwer bin, jiber ku ew dixwazin te ji nav bibin û tu jî li dijî wan xwe diparêzî, neteweperweriya Kurdan ev e. Lê neteweperweriya Tirkan ev nîn e.

Neteweperweriya Tirkan ya dagîrker e, zordar e, dixwaze kultur û zimanê xwe li ser te bisepîne û asîmile bike. Îran jî weha ye.

Bo nimûne, dewleta Îranê Îslamiyetê ji bo bihêzkirina neteweperweriya xwe bikar tîne. Li Îranê, Îslamiyet ji bo bihêzkirina neteweperweriya Farisan tê bikaranîn.

Li Îraqê jî Îslam ji bo bihêzkirina nasyonalîzma Ereban dihête bikaranîn. Li Tirkiyê jî wek mînak Îslam, ji bo bihêzkirin û pêşvebirina neteweperestiya Tirkan dihête bikaranîn.

Lê neteweperweriya Kurdan weha nîne. Kurd axa welatekî din dagîr nakin, ji bo asîmilekirina neteweyekî din nîne.

Di bin zordariyê de ye, di bin zilmê de ye. Li dijî vê zilm û zordariyê, ji bo ku hemû nirxên wî yên neteweyî winda nebin, divê neteweperwer bin.