Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsmaîl Bêşikçî: Herdem bas ji Rojhelata Kurdistanê tê Kirin, Dr. Qasimlo dikeve bîra min

15:17 - 1 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Dr. Îsmaîl Bêşikçî di hevpêyvînekî telefiziyonî de serbarê ewê ku amaje bi ewê kir ku di dema baskirin ji Îranê û Kurdistana Îranê, Dr. Qasimlo dikeve bîra min, got, rejîma Tehranê tu tiştek bo gelê Kurd nekiriye û nine.
Dr. Îsmaîl Beşîkçî nivîskar û civaknasê û bîrmendê bi nav û deng yê Turk û dostê nêzîkê gelê Kurd di hevpeyvînekê de ku ligel telefiziyona “Rûdaw”ê kiriye derheq bi Kurdistana Îranê dibêje: Di demekê de ku bas ji Rojhelata Kurdistanê tê kirin, pêş hemû tiştekê Dr. Abdulrahman Qasimlo dikeve bîra min, ku 13’ê Tîrmeh a 1989 li Viyenê hat teror kirin, ew di malekê de ligel dîplomatên Îranê hevdîtin hebû, lê di rastî de ewane Pasdar bûn ku kincên dîlomatan ber wan de bû.
Ew bîrmende Turke herwiha derheq bi çawaniya terorkirina Dr. Qasimlo dibêje: Rawestana li ser çawaniya terorkirina Dr. Qasimlo ji aliyê rejîma Îranê we li rûyê eşkerekirina bîr û bûçûna hikûmeta Îranê bo pirsa Kurd û herwiha ji aliyek din ve li rûyê helwêtsa civaka navdewletî ve li warê pirsa Kurd girîngiyekî taybet heye, çimkî kujerên Dr. Qasimlo di heyamekî gelek kêm de di wî malê de ku teror têde encam dabûn, Viyen û Otrîş bi cih hêştin û Otrîşê nekarî lêpirsînekî hûr li wî warî ve bike, her çende hevjîna Dr. Qasimlo eşkerebûna rastiyan û cezadana kujeran hewlekî zor da û bo anîna gorê a wê pirsê li dozgerî û cezadana sûçdaran ligel Mîtran serokê ew demê Feransê û herwiha “Corc Boş”ê bavê serokê evdemê a Amrîkayê û serok wêzîrên Birîtanyayê û şêvirmendê bilind yê Almanê kom bibûn, lê serkevtî nebûn û dadgehek bo wê hincetê birêve neçû, girîng li vir ewa ye ku çima ew dadgehe nehate daxistin? Hikûmeta Otrîşê ragihand eger ew dadgehe bête wekirin, pêwendiyên me yên siyasî û bazerganî ligel Îranê têk diçe, her ji ber vê Kurd dibe hayîdar be ku tu hikûmetek amade nine li ser pêvajoya Kurd pêwendiyên xwe tevî hev xirab bike û têk bide. Ewa jî ji ber wêye ku Kurd di netewên yekbûyî de kursiya teybet bi xwe nine û eger jî mafê wî bête binpê kirin û zilmê ji wan bikin, bo welatên din girîng nine, tenanet ji ber ewê ku di saziya ferma a navdewletî de Kurd bûna wan tuneye. Di demekê ku basa Îranê tê kirin û di Îranê de jî basa Kurd tê kirin disan pirsa terorkirina Dr. Qasimlo tikeve bîra min, ewa tenê bo Kurdê Rojhelatê nabêjim, belkî Kurd dibe hemû helwêsta navdewletî di wî warî de li ber çav bigre û bizane ku civaka navdewletî helwêstekî dostane hember bi pêvajoya Kurd nine, min Dr. Qasimlo li nêzîk ve nedîtiye, lê ji rêya medyayên cîhanî û pirtûkan ve dinasim.

Dr. Bêşikçî ewa jî got: Kurd dibe asta agahiya xwe li verê pirsa neteweyî û nîştimana xwe bilin bike û bi xasmanî medyayên Kurdî rolekî zor girîng li vî varî ve digêre, hikûmeta Îranê heya niha tu tiştek bo Kurd nekiriye û serberê ewê ku di wan daviyane de Hesen Rûhanî serkomarê Îranê di medyayan de hejmarek erên bi xelkê Rojhelata Kurdistanê da, lê tenanet parêzgehên Kurdistana Îranê jî ji xelkê xwecî helnebijartiye, bi nerîna min li Rojhelata Kurdistanê pitir ji helwêsta hikûmetê, bilindbûna asta agahiya neteweyî a xelkê girîngtir e.