Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“İsmail Beşikçi” serdana ofîsa nûneratiya PDKÎ kir

17:47 - 15 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: “İsmail Beşikçi” kesayetiyê  binavûdeng û dostê dîrokî yê neteweya Kurd, serdana ofîsa nûneratiya PDKÎ ya li bajarê Hewlêrê kir.

Roja Yekşemî 22`ê Rezbera 1397`an, “İsmail Beşikçi” kesayetiyê binavûdneg yê Tirkziman û dostê dîrokî yê neteweya Kurd digel hevalên xwe yên bi navên “Îbrahîm  Gurbuz” û “Ehmed Kanî” ji endamên birêveberiya Navenda lêkolînê ya “Bêşikçî” ya li bajarê Amed û Hewlêrê; Serdana nûneratiya PDKÎ li Hewlêrê kir.

Di vê serdanê de “Bêşikçî” û heyeta wî tevî gotina sersaxî û hevxemiya xwe derheq vê karesata mirovî ku bi sedema êrîşa mûşekî ya rejîma Îranê bo ser kemp û binke û baregehên Partiya Demokrat çê bûye, awirek da dîroka tijî ji karesat ya neteweya Kurd, û qonaxên cuda  di dîrokê de, û bîranîna wan bûyeran û rola nigatîv ya xwedîhêzan û pîlanên her yek ji welatên zal bi ser Kurdistanê de, ku rêgir û berbest bûne li hemberî  bi serbestîgihîştina gelê Kurd, û bi anî ku riya serkevtina gelê Kurd derheq wan hemû tirajîdiyan de, pêkanîna yêkrêziya nîştimanî û micidbûna wan  bo bihêzkirina eqliyeta netewesazî û bingehdanîna dewleta neteweyî ya wan e.

Piştre Qadirî tevî bixêrhatinkirina “Bêşikçi” û hevalên wî, silavên “Mistefa Hicrî” Lêpirsyarê Giştî û rêberatiya hizbê gihande navbirî, û spasiya hevxemiya dîrokî û rol û xebata “Bêşikçî” derheq berevanîkirina mafê Kurd de anî ziman, ku berdewam ji riya nivîsan û birêvebirina civînan kariye xizmeteke mezin di cîhanê de bo nasandina doza rewa û rizgarîxwaziya Kurd encam bide.

Di berdewamiya vê civînê de, “Mihemedsalih Qadirî” bas ji kirîzên sîstema desthilata rejîma Îranê di navxwe û dervey welat de kir, û binpêkirina mafê mirovan  yên vê rejîmê derheq gelê Kurd, bi amar  ji bo “Bêşikçî” da zelalkirin, û ew xatircem kir, ku tevî wan hemû tawan û pîlanan ji aliyê Komara Îslamî ve, lê bi  ew qasê îrade ve, û bi ew hemû biyavên xebata rewa, berevaniyê ji mafê serwerî û çarenivîssaz ya dadperwerane û aştîxwazane ya neteweyî dikin.

“İsmail Beşikçi” jidayîkbûyê sala 1939.01.07 li devera “Îskislîpî” a girêdayî Çiromê, û di malbateke Tirk e, ku mesebê wî jî Henefî ye, û ew kesayetiyekî  civaknas yê Tirk e, ku heyameke zêde ye tewahiya jiyana xwe  bo piştevanîkirin ji doza Kurd di Tirkiye û Rojhilata Navîn de derbaz kiriye.

 Her bi vê sedemê ye jî, naznavê “Sarî Hoca” di zimanê Tirikî de li ser danîn, û bi wateya “mamostayê por zer e”. “Bêşikçî” endamê îftxarî yê Navenda “PEN”ê ye.