Serokê Ofîsa Siyasî yê girûpa Hamasê “Îsmail Heniye” roja Yekşemî 2`ê Kanûna Paşîn a 2022an, di hevpeyvînekê digel kanala “Al Jazeera”yê de got: Rejîma Îranê 70 milyon Dolar daye me da ku em hêza berevaniya xwe li hember Îsraîlê bihêz bikin û rakêtên ku girûpa Hamasê di Barîkeya Xezeyê de çê kirin parek ji vê stratîjiyê bûn.
Navbirî kolandina tonelan bo êrîşkirinên nişkêve bo ser Îsraîlê û çêkirina çekên din yên leşkerî wek bernameyên girûpa Hemasê daye zanîn û gotiye, hevkariya madî ya Îranê bi me re bûye sedema bihêzbûna me di warê nîzamê de.
Di Reşemeha sala borî de “Mehmûd El-zehar” berpirsekî payebilind yê girûpa Hamasê eşkere kiribû ku di serdana 9 endamên wê girûpa terorîstî bo Tehranê, li ser emrê Qasim Sulêmanî yê terorîst 22 milyon pere ji wan re hatiye dan.
Eva di halekê de ye ku di heyama salên derbasbûyî de ji ber dorpêçên Amerîkayê û nexweşiya Koronayê rewşa aboriya Îranê bi awayekî bêsînor têk çûye lê, piştevaniyên aborî yên rejîma Îranê ên derheq girûpên çekdarî ên Falastinê de berdewam in.