Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsmaîl Qaanî bi bê bersivek erênî vegeriya Îranê

10:10 - 9 Şibat 2022

Fermandê terorîst yê Spaha Quds a terorsîs “Îsmaîl Qaanî” ku serdana “Muqteda Sedr” Serokê “Hereketa Sedr” kiribû û pêka nûçegihaniyên rejîma Îranê peyameke girîng a rêberê rejîma Îranê pê bû, bi bê ti bersivek erênî vegeriya Îranê.

Îsmaîl Qaanî serdana “Muqteda Sedr”, Serokê Hereketa Sedr kir da ku wî qanih bike ku li şûna hikûmetek pir mezhebî, hevpeymaniyeke Şîe ava bike. Muqteda Sadr bi weşana “Twitter”ekê redkirina xwe dubare kir.

Sedr li ser rûpela xwe nivîsiye: “Ne Rojhilat û ne Rojava, belkî dewletek serbixwe û nîştimanî”.

Muqteda Sedr ev Twitte piştî hevdîtina digel Qaanî weşand û navbirî bi awayê nerastevxwe daye zanîn ku îzna mudaxilekirinê bi rejîma Îranê re nade.

Îsmaîl Qaanî di nameyekê de jî ku bo Herêma Kurdistanê şandiye gef li berpirsên Herêmê xwariye û daye zanîn, ger hikûmeta Îraqê bi bê endamên “Heyeta Hevahengî” ya ser bi Tehranê bê pêkanîn, eva gefek e bo ewlehiya Îran.

Navbirî bi eşkere gef li Îraqê û Herêma Kurdistanê xwariye ku girûpên ser bi rejîma Îranê di pêkanîna hikûmetê de beşdariyê nekin eva ewlehiya wan di metirsiyê de ye.