Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsmaîl Şerîfzade

13:22 - 28 Hezîran 2014

Îsmaîl Şerîfzade, naskirî bi Qalesor kurê Ebdulla sala 1964 (1343), li gundê Paşbilaxa ser bi herêma Pîrmihemed a Bokabê li malbateke cotkar de, ji dayîk bûye.

Qalesor nasyariya xwe di gel PDKÎ weha tîne ziman: “Hevdem di gel şoreşa gelên Îranê, em şeş kes li Bokanê, me malek bi kirê girtibû, û me li wir ders dixwand, Bokan tejî bû ji binke û baregehên weke PDKÎ, Komele, Pêykar, Mocahidîn, Tûde, Rahê karger, Çirîk û ...hwd. Hemû partiyan heftiyane mîtîng bi rêve dibirin, li wir divêt te xwe sax kiriba ku di gel kîjan patiyê yî, û tu kes nebû ku bê alî be, lê ew xelkê ku me didît, çi li xwendegeh û çi jî li bazarê, û bi giştî xelkê Bokanê ku alîgirê PDKÎ bûn, ji alîgir û endamên partiyên din cuda bûn, û gellek baştir dihatin berçav.

Roja mîtînga Bokanê, Dr. Qasimlo hat û di nava meydana topa pê de, qise kir û basa “şeş madeyan” kir. Ez ji axavtinên wî tê negihîştim, lê partî û rêkxirawên din, dest kirin bi bê rêzî û dana dirûşmên weke “merg bo sazişkar”, lê Dr. Qasimlo gellek bi aramî û ser hemda xwe, bersiv da, û vê bersiva wî gellek bandora li ser min danî.

Qalesor tevlîbûna xwe bi refa pêşmergeyên PDKÎ re wisa anî ziman: “Sala 1981’an ku bo yekem car Bokan ji aliyê hêzên Komara Îslamiya Îranê ve hate girtin, em vegeriyane gundê xwe, û me dev ji xwendinê berda.

Komîteya navçeya Pîrmihemed ya PDKÎ, wê demê di gundê me de bû, û min dixwest ku bême bo pêşmergatiyê, û min bihîstibû ku bi sedema kêmiya temen ez nahême wergirtin, lewra me di roja 17. 12 1359 (1982) biryar da ku em herin xwe bi Yekîtiya Lawan bidin naskirin ku binkeya wê ya sereke li gundê Sedr Abad ya ser bi herêma Pîr Mihemed de bû. Piştî du salan mana li Yekîtiya Lawan de, ez bi awayekî fermî bona pêşmergatiyê şandim bo Komîte Şaristana Bokanê.
Qalesor ku di 20.04.1365 (1986)an de bo karê hizbî diçe navxwe ya Kurdistanê de, û piştî 18 rojan tevî du hevalên xwe têne girtin bi vî awayî bas ji van rojên nexweş dike: “Sala 1365 (1986) ez û Sultan Hacî Resûlî naskirî bi Dr. Sultan û hevalekî wî, bona karê hizbî, em çûne navxwe ya Kurdistanê, em çûne herêma Ferha Taş, û piştî 18 rojan geriyanê, şev em li gundê Qedîm de man, bê xeber ji vê ku sîxoreke Komara Îslamiya Îranê me dişopîne. Em di malekê de man ku pîrejineke bi temen li wir bû, û guhên wê giran bûn, şev bi sedema mandîbûnê em raza bûn, û çar dewra me hatibû girtin.

Sibezûya wê rojê, em hatin girtin. Di girtîgehê de Dr. Sultan piştî du salan hate îdamkirin, û hevalê me yê din 15 sal cezayê girtinê bi ser de hate sepandin, û ez bixwe jî piştî sê salan, mana di girtîgehê de, cezayê îdamê bi ser min de hate sepandin. Min herçend li dijî vî hukmî, nerazîbûna xwe nîşan da, lê dîsan hukmê min nehate guhertin. Lê cara duyemîn ku min nerazîbûna xwe nîşan da, hukmê min bû 19 sal. Di girtîgehê de bûm heya salekê berî mirina Xomêynî, ku navbirî efûyeke giştî da. Di roja 20.05.1370 (1991) ez hatim berdan. Ji wê demê ve min her pêwendî di gel PDKÎ ve hebû, lê di sala 1379 (2000) de min bi awayekî fermî pêwendî bi Teşkîlata PDKÎ ve girt, heya sala 1381 (2002), di dema eşkerebûna tîmeke pêşmergeyan, ez jî eşkere bûm û hatim nava refên PDKÎ, û heya niha jî berdewam im.

Qalesor roja herî xweş ya pêşmergatiya xwe weha tîne ziman: “Sala 1365 (1986) ez li Gewredê bûm, ez û şehîd Silêman Feramerzî çûne goviya Hemamê, kesek ji sekretariyetê hate xwar bi cantayeke şîn, ew kes Dr. Qasimlo bû, piştî ehwalpirsînê, ji me pirs kir ku gelo hûn di goviya hemamê de ne, me jî got belê. Wî got ku min daxwazek ji we heye, ew jî ew e ku PDKÎ mêhvanên wê hene, û hekî hûn goviya xwe bidin min, ezê hemamekê bilez bikim li ber mêhvanên xwe. Me jî bi kêfxweşî ve her zû got kerem ke. Piştre ku ji hemamê derket, berpirsê hemamê agehdar kir ku van du ciwanan goviya xwe dane min, bila goviya wan têk neçe. Xakî û xelkîbûna Dr. Qasimlo di wê rojê de, bû sedema vê ku bîranîna wê rojê, bo heta-heta di mêjiyê min de bimîne”.
Qalesor roja herî nexweş ya jiyana xwe jî weha bas dike: “Sala 1368 (1989) ez di girtîgeha Miyandoawê de bûm. 170 kes, em di holekê de bûn, ku nêzîk bi 10 kes ser bi Komele û Mucahidînê bûn, û 160 kesên din endam û alîgirên PDKÎ bûn. Televîzyona Îranê di nûçeyekê de got ku di civîna du heyetên nûneratiya PDKÎ bi serokatiya Dr. Qasimlo û Komara slamiya Îranê li Viyenê, teqe hate kirin û serjimêriya kuştî û birîndaran li ber dest de nine, lê di nûçeya duyemîn de ragehand ku Dr. Qasimlo hatiye şehîdkirin. Eva roja herî nexweş ya jiyana min bû, jiber ku di ew qasê bê deshilatiyê de, xem û kovanan ew hol dagirt”.
Qalesor derheq pêkanîna jiyana xwe ya hevpar weha dibêje: “Sala 1370 (1991) ji riya xûşka xwe ve, di gel keçekê bi navê Zeyneb Moxtarî, keça Seîd xelkê gundê Qebran, ez nasiyar bûm, û her di vê salê de min jiyana hevpar di gel wê, pêk anî, û di gundê Mîrawaya Bokanê de, me şahiya xwe kir û berhema jiyana me jî çar keç in”.

Qalesor bi vê hêviyê dawiyê bi hevpeyvîna xwe tîne: “hêviya min ew eku ez rizgariya çar perçên Kurdisanê ku xewa bav û bapîrên me ye bibînim”.