Dadgeha Bilind a Îspaniyê hukm daye ku qaçaxçiyekî xelkê Tirkiyê ku alavên berhemanîna mûşekan bo Îranê şandine, radestî Amerîkayê bike.
Dadgeha Bilind a Welatê Îspaniyayê li roja Çarşemî 20 Nîsanê hukum daye, qaçaxçiyek ê bi navê “Murad Bokî” ku dehikek berî niha dorpêçên Amerîkayê li ser rejîma Îranê binpê kiriye û avalên berhemanîna mûşekên balistîkî bo rejîma Îslamiya Îranê şandine, radestî Amerîkayê bike.
Ew qaçaxçiye tawanbar e ku alavên sehker ên biyolojîkî yên bi navê “Biosensor” û batriyên şewatê yên taybet bi mûşekên balistîkî, bo rejîma Îslanmiya Îranê şandine.
“Murad Bokî” li ser daxwaza Amerîkayê, li meha “September” a sala derbasbûyî ji aliyê Polîsê Îspaniyayê di balafirxaneya bajarê “Barsêlon” a paytexta Îspaniyayê de hatibû binçavkirin û bi hukmê nû yê dadgeha Bilind a Îspaniyayê, dê radestî Amerîkayê bê kirin.
Herwisa “Murad Bokî” bi sedema sipîkirina pere, di dadgeha Ispaniyayê de hatiye dadgehîkirtin.
Navbirî heta radestkirin bo Amerîkayê dê li girtîgeha Îspaniyayê de bimîne.